Li Heleb û Dêra Zorê sê şervanên YPG'ê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, 28-29'ê Kanûnê li Helebê 2, li Dêra Zorê jî şervanekî wan şehîd bûne. Hate ragihandin, şervanên li Helebê ji ber qezaya trafîkê şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şervanekî wan şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya qonaxa 'Şerê Tinekirina Terorê' ya Pêngava Bagera Cizîrê de ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Hecîn, Sûsê û cihên din ên Dêra Zorê tê meşandin şerekî dijwar diqewime. Di encama operasyonên hêzên me de derbên giran li çeteyan tê xistin û cih bi cih di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di vê çarçoveyê de;

28'ê Kanûnê di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî giran qewimî û di encamê de hevrêyekî me bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me ku rakirin nexweşxaneya Hesekê, şehîd bû."

YPG'ê diyar kir, şervanê wan ê şehîd bûye, Mihemed Henan bi nasnav Halîm Agirî ye ku ji Efrînê ye.

YPG'ê ragihand, du şervanên wan jî li Helebê di qezaya trafîkê de şehîd bûn û wiha dewam kir: "Şervanê me bi nasnav Serdar Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû, 28'ê Kanûnê ji ber qezaya trafîkê şehîd bû. Her wiha şervanê me bi nasnav Welat Efrîn jî ku li heman herêmê li ser erka xwe bû, 29'ê Kanûnê ji ber qezayekê şehîd bû."

Di daxuyaniyê de hate gotin, şervanên li Helebê şehîd bûne, Xelîl Mihemed bi nasnav Serdar Efrîn ê ji Efrînê û Henîf Reşo bi nasnav Welat Efrîn ê ji Efrînê ye.

Di dawiya daxuyaniya YPG'ê de hate gotin, "Em şehîdên xwe hemûyan ên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe re dixwazin."