Eşîrên Ereb li Kobanê mesaj dan: Em yek in

Erebên ku ji Reqayê hatine Kobanê û tevlî çalakiya konê berxwedanê bûne, diyar kir ku Ereb, Kurd, Sûryanî û gelên Sûriyeyê hemû li dijî dagirkeriyê ji berxwedanê re amade ne.

Dewleta Tirk û Serokkomarê wê Tayyîp Erdogan ku bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigerin, çav berdaye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj çalakiyan li dar dixin û dibêjin, ew ê dagirkeriyê qebûl nekin û çawa ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dane, wê bi heman rengî li ber xwe bidin. Çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de li Kobanê konek hate vedan. Zêdeyî 700 Erebên Reqayî doh ji Reqayê hatin û serdana konê berxwedanê kirin.

Gelek şêx, rûspî û nûnerên eşîrên Ereb Begara, Wilde, Neîm, Igêdat, Elbû Hemîd, Efadle, Mecadme, Şemir, Benî Sultan, Benî Umer, Cebat, Cilîsat, Elbû Cabir, Elbû Şeban, Elbû Xemîs, Şibil, Wehb, Icêl, Hewîwat, Benî Xalid, Elbû Esaf, Emîrat û Nasir ên li Reqayê jî di nav de hebûn. Kesên hatin serdanê, li Kobanê vîna xwe ya berxwedanê nîşan dan û careke din diyar kirin ku ew dagirkeriyê qebûl nakin.

GEL DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN

Ji çalakvanên hatin Kobanê, serokê Meclîsa Ciwanan ê Reqayê Ehmed Salme, ji rêveberiya Mala Jinan a Reqayê Meryem Brahîm û endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Îsa Xabûr ji ANF’ê re axivîn. Ehmed Salme diyar kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne li dijî dagirkeriyê têbikoşîn û berxwedanê geş bikin. Meryem Brahîm jî got, "Zarokên Kobanê, ji bo azadiya Reqayê li Reqayê şehîd bûn. Îro zarokên Reqayê jî amade ne ku li ji bo azadiya Kobanê şehîd bibin." Îsa Xabûr jî ji Erdogan re got, "Çi karê te li vir heye?"

'CIWAN JI BO BERXWEDNAÊ AMADE NE'

Serokê Meclîsa Ciwanan a Reqayê Ehmed Salme diyar kir, ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwanên Ereb, Kurd, Suryanî, Tirkmen û gel hemû amade ne ku li ber xwe bidin û wiha dewam kir: "Em, li dijî dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê ciwanên Reqa, Tebqa, Girê Spî û herêmên din, weke yek deng in û yek beden in. Em napejirînin ku leşkerên Tirk bikevin nava xaka me û dagir bikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin."

'XWÎNA ME RIJAYAYE NAV HEV'

Rêvebera Mala Jinan Meryem Brahîm jî got, "Ji bo ku li hemberî dagirkeriyê peyama berxwedanê bidin cîhanê hatine Kobanê" û wiha pê de çû, "Zarokên Kobanê ji bo azadiya Reqayê şehîd bûn. Îro jî zarokên Reqayê amade ne ji bo azadiya Kobanê şehîd bibin. Êdî xwîna me ketiye nava hev. Em Kurd, Ereb, Suryanî û gelên din ên Sûriyeyê, pirsgirêkên xwe em ê bi xwe çareser bikin. Ev hêza me heye. Bila vekişîna DYE'yê wêrekiyê nede tu kesî. Em bi hêza xwe li vir bûn û dîsa em ê bi hêza xwe li vir bin. Wê dawiya Erdogan û çeteyên wî vê derê be."

REQAYÊ PEYAM DA ERDOGAN: 'LI VIR ÇI KARÊ TE HEYE?'

Endamê meclîsa sivîl a Reqayê Îsa Xabûr da zanîn ku dewleta Tirk li Sûriyeyê dagirker e û bang li Erdogan kir, "Çi karê te heye?" Xabûr got, "Em îro li bajarê berxwedanê li Kobanê ne. Vî bajarî li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin kir. Êşên mezin kişand, lê belê çirûska azadiya me hemûyan li vê derê vêket. Em jî îro ji bo ku ji Erdogan re bibêjin 'çi karê te li vir heye?' hatine vê derê."