Cenazeyê 3 şehîdan li Şehba û Kobanê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Umer Hesen (Serar Efrîn), Henîf Reşo (Welat Efrîn) li Şehba û cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ednan (Ednan Ebdî) li bajarê Kobanê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.

ŞEHBA

Bi sedan welatiyên Şehbdayê cenazeyê şervanên YPG'ê Umer Hesen (Serdar Efrîn ) ku di 28'ê Kanûnê û Henîf Reşo (Welat Efrîn) ku 29'ê Kanûnê de dema li ser erkê xwe bûn li bajarê Helebê şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacer Miho, endamê Meclîsa Kantona Şehba Mihemed Welo, endamê rêveberiya TEV-DEM’ê Hesen Koçer axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zincîra paşverûtiyê şikandine. Her wiha hate gotin ku şehîd bingeha avakirina civaka azad e, bi ruh û bi saya şehîdan wê Efrîn were rizgarkirin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şervanên YPG’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.

KOBANÊ

Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ednan (Ednan Ebdî) ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. Di merasîmê de nasnameya şehîd Qehreman (Ehmed EI-Elî) jî hate eşkerekirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Erka Xweprastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre cîgirê Desteya Erka Xwepastinê Nebo Temo, li ser navê PYD’ê Salih Nuh axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Piştre nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ednan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.