QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî belav kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de bi dehan çete hatine kuştin û 14 baregehên çeteyan hatine rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de bi dehan çete hatine kuştin û 14 baregehên wan hatine rûxandin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

"Hêzên me li bajaroka Hecîn û derdora wê êrîşî bargehên çeteyan kirin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn, hejmara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê çeteyan bi çekên sûîqastê û topên hawanê êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me bi hêz bersiva êrîşan dan û ew neçar kirin ku paşve vekişin û êrîşên xwe rawestînin.

Li aliyekî din jî yê vê eniyê şervanên me êrîş li hemberî çeteyan êrîş pêk anîn û pêş ve çûn, her wiha nuqteyên nû ava kirin. Li gel wê jî balafirên Koalîsyona Navdewletî baregehên çeteyan kirin hedef.

Tîmên endezyariya leşkerî ya girêdayî hêzên me mayînên ku rêxistina çete li herêmên çandibûn bêbandor kirin û rakirin.

Li piraniya eniyan şerê demkî didome.

BÎLANÇO

-Hejmara çeteyên hatine kuştin: 4 çete.

-Windahiyên çeteyan: 14 bargeh hatin rûxandin, 3 dikên hawanê û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin.

-Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 24 êrîş.