QSD: 71 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 71 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawîya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li gundewarên Hecînê di şerê 24 saetan de 71 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

“Li bajarê Hecînê û derdora wê saetên sibê di navbera şervanên me û çeteyên DAÎŞ`ê de şerekî dijwar qewimî. Şer çend saetan dewam kir û di encama wê de hejmarek ji çeteyan birîndar bûn û hatin kuştin. Gelek ji wan jî reviyan. Hêzên li herêmê yekser dest bi operasyonê kir. Gelek cebilxane û kel û pelên leşkerî ketin dîtin.

Pişî şerê di navbera şervanên me û çeteyan de, gelek çete hatin kuştin û cenazeyên gelek çeteyan ketin destê şervanan. Şervanên me li heman eniyê bi awayekî berbiçav pêş ve çûn. Çeteyan nuqteyên şervanan topbaran kirin. Lê di encama wê de tu ziyan çênebûn. Di dema ku şervanên me pêşve diçûn de gelek çek û cebilxane hatin dîtin.

Ji aliyekî din li heman eniyê şer di navbera şervanên me û çeteyan de derket. Di encama wê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Şervanên me kîlometreyekê bi pêşve  çûn. 14 nuqteyên nû ava kirin. Çeteyan êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanan jî bersiva êrîşan da. Di encama wê de şer derket û bi dehan çete birîndar bûn û hatin kuştin.

Her wiha li heman eniyê şerê dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de derket. Di encama wê de hejmareke mezin ji çeteyan hatin kuştin û birîndar bûn. Şervanên me bi pêş ve çûn. 12 nuqteyên nû ava kirin. Gelek çek û cebilxane kete destê şervanan. Her wiha di saetên sibê de çetean hewl da êrîşî nuqteyên şervanan bikin lê şervanan bersiva êrîşan da. Di encamê de gelek zirar gihaşt çetean û hejmarek ji çetean hatin kuştin û çete bi paş de vekişiyan.

Ji aliyekî din ve di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû da. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin. Şervanên me kîlometreyekê bi pêş de çûn. 17 nuqteyên din ava kirin. Her wiha tîmên taybet ên rakirina mayinan ên girêdayî hêzên me hejmareke ji mayinên ku ji aliyê rêxistina çete ve hatibûn bicihkirin, rakirin. Balafirên koalîsyonê jî baregehên çetean kirin hedef.

Di saetên sibehê de çeteên DAIŞ`ê êrîşî nuqteyên hêzên me kir, lê şervanên me bersiv da û di nava refên wan de kuştî û birîndar çêbûn, çetean balafirên keşfê ‘Dron’ bi kar anîn lê şervanan anîn xwarê.

Li eniyeke din rêxistina çete êrîşeke mezin, bi gelek erebeyan û çekên giran li ser cihên hêzên me kirin û şerekî dijwar rû da, gelek çeteyên çete hatin kuştin û termê hin ji wan ketin destê şervanan, gelek alavên wan hatin teqandin. Her wiha balafira Koalîsyonê Navneteweyî gelek êrîşên ezmanî li ser cihên çetean pêk anîn û cihên wan hatin rûxandin.

Her wiha şerên dem demî li hemû eniyan dewam dike.

Di wan şeran de hin şervanên me birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan ku bêne dermankirin.

BÎLANÇO

- 71 çete hatin kuştin.

- Roketeke RPG`ê, 3 hewanavêj, hejmareke mezin ji roketên hewanê, gelek çekên kalaşnîkof û laptopek.

- 74 baregehên çetean hatin rûxandin, 10 rêyên leşkerî ku çetean ji xwe re bi kar dianîn, hatin qutkirin. Rawestgeheke ku keştiyên çetean lê disekinîn hate rûxandin, 8 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, du baregehên doçka hatin rûxandin, 3 baregehên çekên giran hatin rûxandin û 6 tunel hatin rûxandin.

- Balafirên koalîsyonê 104 derbe pêk anîn.