Girê Spî wê xwe biparêze

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa got, "Dewleta Tirk nikare xwe li xwerêveberiya me rabigire, lê belê em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û jiyana xwe biparêzin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa, bûyerên li Girê Spî qewimîn-diqewimin û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagikirinê nirxand:

DEMA BAAS JÎ ZEHMET BÛ

"Ez ji gundê Til Findire yê li rojavayê Girê Spî me. Beriya Şoreşa Rojava li navenda bajarê Girê Spî bûm. Rejîmê gelê Girê Spî kiribû çend perçe. Li Girê Spî, zevî ya jî malek bi tenê jî li ser Kurdekî ne qeydkirî bû. Gelê Girê Spî xizand bû; piraniya wan diçûn Lubnan û Şamê ji bo kar. Dema ku vedigeriyan jî diketin ber lêpirsînê. Dema em diçûn leşkeriyê, nedihiştin ku em li leşkeriyê bi Kurdî biaxivin. Li daîreyên dewletê jî rewş bi vî rengî bû.

DEMA ÇETEYÊN BI NAVÊ OSO

Piştre Bihara Ereb dest pê kir. Rejîm derket û 106 komên çekdar ava bûn. Bi navê Kurdên Girê Spî jî me wê wextê li vir tabûreke biçûk ava kir û navê Cephet El Ekrad lê kir. Me Mala Gel û Meclîsa Gel ava kir. Me Kurd, Ereb, Tirkmen hemû gelên herêmê tevlî rêveberiya şaredariyê kir. Sala 2012'an, çeteyên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ketin nava Girê Spî. Dest danîn ser hemû embarên genim û zeviyan. Gelek cih hatin hilweşandin talankirin û dizî kirin. Li ser motorên avê yên hatin dizîn em bi emîrê Cephet El Nûsra re rûniştin. Di hevdîtinê de got, "Tiştekî Kurdan li vir nîne. Ev xak ne ya we ye.

'ÊRÎŞ BIRIN SER KURDAN Û BÛN DAÎŞ'

Di navbera me û çeteyên bi navê Cephet El Nûsra û OSO de 19'ê Tîrmeha 2013'an şer derket. Hemûyan êrîş birin ser Cephet El Ekrad. Kurd neçar man koç bikin. Gel berê xwe da gundên aliyê din ên ji Girê Sor wêde. Di nava demeke kin de çeteyên li Girê Spî hemû di nava du rojan de bûn DAÎŞ. Ji xwe dema ku êrîş birin ser Kobanê, Kurdan bi temamî ji Girê Spî koç kirin, kes neman.

ROJA KU HATE AZADKIRIN EZ GIHÎŞTIM GIRÊ SPÎ

Pêngava rizgarkirina Girê Spî sala 2015'an dest pê kir. Zêde dewam nekir, 16'ê Hezîrana 2015'an hate rizgarkirin. Roja ku hate rizgarkirin ez gihiştim Girê Spî. Tiştek nemabû, her tişt talan kiribûn. Me yekser dest bi kar kir ji bo em karibin pêdiviyên rojane tedarik bikin. Ji bo xizmetên nan, av û tenduristiyê em xebitîn. Gelê ku di dema DAÎŞ'ê de zilm dît, bi giştî tevlî kar bû.

EREBAN DÎTIN Û TEVLÎ BÛN

Heman wextê, hem çapemeniya Tirk, hem jî ajanên li Girê Spî dest bi propagandayê kirin û gotin, 'Kurd hatine, wê zextê li Ereban bikin'. Lê belê me meclîsa xwe, me Meclîsa Rûspiyan ava kir. Gel dît bê çawa dixebite û bi çi rengî bi wekhevî nêzîk dibe û tevlî bû. Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî gelên herêmê hemû cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girtin. Rewşa hemû saziyan bi vî rengî bû.

DEST JÊ NEQERIYAN Û DÎSA ÊRÎŞ KIRIN

Cephet El Nûsra, DAÎŞ, çeteyên din û dewleta Tirk, nekarîn xwe li rizgarkirina Girê Spî û vegera Kurdan rabigirin. Şerê wan ê taybet, tacîzên wan timî dewam kir. Çeteyên DAÎŞ'ê, 27'ê Sibata 2016'an careke din êrîş kirin. Hinek ji van ji Tirkiyeyê hatin, hinek jî ji Reqayê. Koma destpêkê wê biketa hin deveran û yên din jî wê ji sînor derbas bibûna û careke din dagir bikira. Lê belê li bin guhê berxwedanê ketin û êrîşa wan pûç bû. Gel hemû li ber rabû û şer kir.

EM Ê ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKIN

Girê Spî xistin rojevê û gotin, "Em ê operasyonê bikin, em ê ji terorê paqij bikin'. Paqijiya çi dikin? Ev der xaka me ye, rêveberî rêveberiya me ye. Em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Gelo em êrîşî mala Erdogan dikin ku ew dixwaze êrîşî me bike. Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. Gelên Girê Spî, çi îro çi jî sibe amade ye ku xaka xwe û paşeroja xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. Li Girê Spî Ermenî, Suryanî, Kurd, Ereb bi hev re dijîn. Bi zora wan diçe ku gelên herêmê hemû çawa dikarin bi hev re bijîn, bi hev re bixebitin, bi hev re bi rê ve bibin, bi hev re debara xwe bikin. Mafê kesî nîne ku li ser çarenûsa gelê Bakurê Sûriyeyê biryarê bide. Çarenûsa xwe em ê bi xwe diyar bikin. Em jiyan û paşeroja xwe bi xwe diyar dikin, sîstema xwe bi xwe bi rê ve dibin. Kes nikare li ser me siyasetê bike û bêje 'nabe ku hûn bikin'. Li dijî zext û êrîşan em ê li ber xwe bidin û jiyana xwe biparêzin."