Yekane projeya çareseriya krîza Sûriyeyê

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer sala 2018'an ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir, yekane hêza ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê xwedî proje ye, ew in. Omer got, ew hewl didin vê projeyê li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelên Sûriyeyê bûye hêvî, di nava sala 2018'an de li qada siyasî gelek bûyer û gavên nû rû dan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava salê de hate ragihandin, ji bo Sûriyeya paşerojê bû gaveke girîng. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hem bi mûxalefeta demokratîk, hem jî bi rejîmê re hewl da diyalogê bike.

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer, bûyerên siyasî yên di sala 2018'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê yekane hêza xwedî proje, ew in. Emîne Omer got, ev proje li herêmeke 32 ji sedî yê xaka Sûriyeyê ketiye meriyetê û hewl didin projeya xwe li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin.

DESTKETIYÊN LEŞKERÎ

Emîne Omer anî ziman, sala 2018'an li Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve hin destketî çêbûne, lê belê ji bo aliyê siyasî mirov nikare qala heman tiştî bikin û bi bîr xist, krîz girantir bûye. Emîne Omer got, "Sala 2018'an di têkoşîna dijî terorê de destketiyên girîng ên leşkerî hatin afirandin, lê ji aliyê siyasî ve rewş ne bi heman rengî ye. Mesela, DAÎŞ niha li cihekî teng hatiye asêkirin û destketiyên girîng hatine afirandin. Lê ev yek nekarî veguhere destketiyên siyasî."

ŞERÊ WEKALETÊ BI DAWÎ BÛ

Emîne Omer anî ziman, Rûsyayê sala 2018'an jî desteka xwe ya ji bo rejîmê dewam kiriye û got, "Hêzên mezin ên niha li Sûriyeyê ne, berjewendiyên xwe her tim di ser berjewendiyên gelên Sûriyeyê re girtin. Piştgiriya Rûsyayê ya ji bo rejîmê dewam kir. Rol lîst, ji bo gelek herêm bikevin destê rejîmê. Şerê wekaletê yê salên din hate kirin, sala 2018'an veguherî şerê yekser. Yanî veguherî şerê navbera hêzên li herêmê."

POZÎSYONA RÛSYAYÊ

Omer diyar kir, di nava salê de li ser xaka Sûriyeyê gelek bazar hatin kirin û got, hin destketiyên leşkerî yên rejîmê çêbûbin jî, pirsgirêkên rê li ber krîza Sûriyeyê vekirin hîn li şûna xwe ne. Emîne Omer wiha dewam kir: "Bi gotineke din, bû sala bazariyê. Mesela, di berdêla Xûta Rojhilat de bazar li ser Efrînê hate kirin. Di berdêla Dera de bazar li ser derxistina Îranê ya ji herêmê hate kirin. Dema ku mirov li herêmê binerin, dibînin ku rejîmê li ser gelek deveran serwer bûye. Lê belê beşeke mezin a ji van herêman bi bazarê çêbû. Lê pirsgirêkên siyasî yên ku li Sûriyeyê rê li ber krîzê û şer vekirin hîn li şûna xwe ne."

POZÎSYONA DYE'YÊ

Emîne Omer ragihand, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hewl dide li Sûriyeyê ji xwe re xeteke nû diyar bike û got, "DYE'yê jî heta niha hewl da hebûna xwe ya li Sûriyeyê li ser sê mijaran rewa bike; têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, pêşîgirtina li Îranê û çareseriya siyasî. Şerê li dijî DAÎŞ'ê li ber bidawîbûnê ye, lê belê DYE niha hewl dide ji xwe re xeteke nû biafirîne. Em ê van jî bibînin."

KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN

Hevseroka MSD'ê anî ziman, mijara destûra bingehîn a nû ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê girîng hate dîtin, yek ji rojevên herî girîng ên salê bû û got, "Ji bo Sûriyeyê nivîsandina destûreke nû ya bingehîn kete rojevê. Ev yek pêşniyareke Rûsyayê bû ku di hevdîtinên Soçî de xist rojevê. Lê belê saleke di vê mijarê de gav nehatiye avêtin. Komîteya Destûra Bingehîn hîn nekariye li hev bicive. Ji ber ku her hêz hewl dide li gorî xwe vê komîteyê diyar bike. Li şûna hêzên li herêmê berdêlan dide, hewl didin kesên ne li herêmê ne mûxatab bên girtin. Mesela, Tirkiye naxwaze Kurd cihê xwe di nava komîteyê de bigire û mîna pêvajoyên din ên siyasî her carê veto dike."

KRÎZA ÎNSANÎ YA LI SÛRIYEYÊ DEWAM DIKE

Emîne Omer ragihand, ji aliyê însanî ve rewşa li Sûriyeyê gelekî xerab e û wiha dewam kir: "Bi sedan hezar Sûriyeyî mirin, bi sedan hezar birîndar bûn, zêdeyî 6 milyon Sûriyeyî niha li derveyî Sûriyeyê penaber in. Zêdeyî 5 milyon mirov jî li nava Sûriyeyê neçar man cih û warê xwe biguherînin. Pirsgirêkên giran ên stargeh û aboriyê yên mexdûrên Sûriyeyî hene. Çareseriya pirsgirêkan siyasî ye, lê heta niha kesî gavek neavêtiye."

KARÊ SEREKE AZADIYA EFRÎNÊ YE

Emîne Omer destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê ji bo wan gelekî giran e û karê wan ê sereke azadkirina Efrînê ye. Emîne Omer got, "Ji bo me tişta herî giran a sala 2018'an, dagirkirina Efrînê bû. Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên terorê ve hate dagirkirin. Gelê me neçar ma ku koçber bibe, li kampan li nava şert û mercên giran de ye. Ev li me giran bû. Lê belê karê me yê sereke yê MSD, azadiya Efrînê ye. Me biryar dan, di her karî de Efrînê derxînin pêş û em hewl didin di vê çarçoveyê de tevbigerin."

HEVDÎTINÊN BI ALIYAN RE

Emîne Omer da zanîn, di nava salê de ji bo çareseriya krîzê wan hem bi rejîmê re, hem jî bi komên mûxalefeta demokratîk re hevdîtin kirin û got, "Li aliyê din me Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Wekî din kongreya MSD'ê pêk hat û di kongreyê de wezîfe û fonsiyonên MSD'ê hatin firehkirin. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hin gav hatin avêtin. Hevdîtin bi rejîmê re hate kirin, wekî din bi komên mûxalefeta demokratîk ên li Sûriyeyê re hevdîtin hatin kirin, komxebat hatin organîzekirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya krîza Sûriyeyê siyasî ye û çareserî jî li Sûriyeyê dibe. Her carê me di pratîkê de nîşan dan ku em li diyalogê vekirî ne."

YEKANE PROJEYA JI BO ÇARESERIYÊ

Hevseroka MSD'ê diyar kir, yekane hêza ku ji bo krîza Sûriyeyê xwedî projeya çareseriyê ye, ew in û got, "Dikarim bêjim, yekane hêza ku ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê xwedî proje ne, em in. Me heta niha qala vê projeya xwe kir, ji niha û pê ve jî em ê vebêjin û hewl bidin bikin projeya ji bo Sûriyeyê hemû. Niha li herêmeke 32 ji sedî yê xaka Sûriyeyê ku em kontrol dikin, ev proje li ser kar e. Her kes dibîne bê çawa demokratîk bi rê ve diçe. Vê projeyê xwe îspat kiriye. Girîng e li qada navneteweyî jî piştgiriya ji bo vê projeyê zêde bibe. Hewldanên me yên bi vî rengî dewam dikin. Bi siyaseta xwe ya heta niha re em dixwazin di Sûriyeya paşerojê de xwedî rol û gotinê bin. Karê me yê bi vî rengî wê sala nû jî dewam bikin."