Gefên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, gelên herêmê her roj dadikevin kolanan û xwepêşandanan lidar dixin. Welatiyan ji bo prtestokirina êrîşên dagirkeriyê li ser sînor konekî berxwedanê vedan. Her roja diçe çalakî belav dibe, çalakiya nobedê ya li Kobanê hatibû destpêkirin ji reqayê 700 welatiyên Ereb sedana kon kirin.
Di nav heyetê de şêx, rûspî û nûnerên eşîretên Erebên Begara, Welda, Neîm, Igêdat, Elbû Hemîd, Efadle, Mecadme, Şemir, Benî Sultan, Benî Umer, Cebat, Cilîsat, Elbû Cabir, Elbû Şeban, Elbû Xemîs, Şibil, Wehb, Icêl, Hewîwat, Benî Xalid, Elbû Esaf, Emîrat û Nasir cih digirtin, ji aliyê çalakvanan ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
‘DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK NAYÊ PEJIRANDIN’
Welatiyên Reqa yê bi konvoyek ji dehan wesayîtan pêk dihatin ketin Kobanê dirûşmên ‘Gelê Sûriye yek in’ qîrkirin. Welatiyên Ereb ên ji aliy gelê Kobanê û rêveberiya wê ve hatin pêşwazîkirin, nêzî 2 saetan li konê berxwedanê man. Li vir li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqa, Rêveberiya Herêma Firat û Rêveberiya Kobanê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ku ew êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Gelên Sûriyeyê napejirînin.