'Ji bo dîplomasiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke qels bû'

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim karên dîplomatîk ên sala 2018'an ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, karên dîplomatîk ên sala nû wê li ser bingeha "Çareseriya krîza Sûriyeyê" û "Azadiya Efrînê" bi rê ve biçin.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, kêmasî û aliyên xurt ên dîplomasiya sala 2018'an a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand. Muslim diyar kir, ji ber ku bi karên dîplomatîk wan nekarî pêşî li dagirkirina Efrînê bigirin, ew xwe serketî nabînin û got, karên dîplomatîk ên sala nû wê li ser bingeha "Çareseriya krîza Sûriyeyê" û "Azadiya Efrînê" bi rê ve biçin.

'DÎPLOMASIYA ME TÊRÊ NEKIR'

Muslim got, "Em nikarin bêjin ku ji bo Efrînê me dîplomasiyeke têrker meşand. Di vî warî de em rexnedayina xwe didin. Eger me karîbûya ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve karekî baş bikira, pêşdîtin û amadekariyên me xurt bûna, belkî karên baştir bihata kirin." Muslim diyar kir ku wan ji bo Efrînê hişyarî dan dinyayê hemû, lê belê karê wan têrê nekiriye.

AMADEKARIYÊN JI BO EFRÎNÊ

Muslim ragihand, ji aliyê dîplomatîk ve wan li gorî salên bihurî hîn bêhtir tecrûbe bi dest xistine û got, "Di encama vî karî de Fransa, Emerîka Urdun û welatên mîna wan israr dikin ku ji bo paşeroja Sûriyeyê em jî li dora maseya çareseriyê bin. Di sala 2018'an de kêmasiyên me çêbûn, lê tiştên erênê jî çêbûn. Lê belê Efrîn ji bo me hîn birînekek e. Karên me yên ji bo Efrînê dewam dikin. Heta ku gelê Efrînê li binê konan li benda rizgarkirina bajarê xwe be, wê karên me yên ji bo vegera gelê Efrînê dewam bikin."

HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYÊ

Muslim da xuyakirin, di nava salê de wan bi Fransa, Îngilîstan û gelek welatên din re hevdîtin kirin û di heman demê de girîngî dan hevdîtinên bi rejîmê re, lê belê nekarîn encameke berbiçav bi dest bixin. Muslim got, "Sala 2018'an em bi rejîmê re rûniştin, lê negihaştin encamekê. Me nîşanî dinyayê hemû da ku em li diyalogê vekirîne û eger çareseriyek pêk neyê ev yek ne sûcê me ye. Plan û projeyeke me heye. Em her tim dibêjin ku em alîgirê diyalogê ne."

YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ

Muslim bi bîr xist, ew her tim li derveyî hevdîtinên Cenevre, Astana û Soçiyê hatin hiştin û got, "Bi taybetî dewleta Tirk li pêşiya tevlîbûna me ya li van civînan bû asteng. Timî dibêjin, 'Em ê Sûriyeyê parçe bikin'. Halbûkî bi projeya Xweseriya Demokratîk re me ji dinyayê re ispat kir ku em ê Sûriyeyê parçe nekin."

DÎPLOMASIYA BI WELATÊN HERÊMÊ RE

Muslim anî ziman, di nava salê de wan hevdîtinên xwe yên bi welatên Ereb re dewam kirin û têkiliya herî baş jî bi Misrê re danîne. Muslim got, "Têkiliya me herî baş bi Misrê re heye. Lê belê welatên din ên Ereb, hinek ji wan planên xwe bi Tirkiyeyê re hene, hinek jî bi rejîmê re. Lewma me nekarî têkiliyeke xurt bi wan re deynin."

DIYALOGA NAVXWEYÎ

Salih Muslim diyar kir, hewldanên wan ên ji bo diyalog û têkiliya bi partiyên li Rojava hemû re didomin û got, bi partiyên li Rojava kar dikin re ji xwe têkiliyeke me ya baş heye, lê belê yên li derve bi dijberî tevdigerin ku xwe nadin ber lihevkirinê. Muslim got, "Li Rojava me di dema dawî de xwest bi her kesî re têkiliyê deynin. Partiyên rewa hene ku sîstema me nas dikin. 15'ê mehê me bi wan re hevdîtin kir û di encamê de belavokeke amade kir. Me biryar dan ku her meh li hev bicivin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Lê belê partiyên din ên bi Tirkiyeyê re ne û sîstema me nas nakin, ji bo em karibin bi wan re jî hevdîtinê bikin em li rê û rêbazan digerin. Wan partiyan heta niha bersiveke erênî nedane me, lê eger em karibin bi wan re diyalogê pêk bînin ev ê baş be. Bêguman hin tişt jî usûla xwe heye, eger yek rabe bêje 'Ez te nas nakim' wê çaxê ji wir maneyên cuda derdikevin holê."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Muslim anî ziman, yek ji armancên wan ên bingehîn 'yekîtiya neteweyî' ye û ragihand, di vê oxirê de diyaloga wan a bi partî û hêzên siyasî yên li parçeyên din dewam dike. Muslim got, "Em hêvîdar in wê ev pirsgirêk çareser bibe û rewş baştir bibe. Em amade ne di vî warî de ya ji destê me tê bikin. Armanca me bêguman lidarketina kongreya yekîtiya neteweyî ye."

AZADIYA EFRÎNÊ

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, karê wan ê herî mezin wê azadiya Efrînê û beralîkirina gefên dewleta Tirk be û wiha dewam kir: "Hêviya me ya herî mezin vegera gelê Efrînê li bajarê xwe ye. Karê me wê hemû ji bo vê be. Em dixwazin ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bibin dengê berxwedana gelê xwe. Civîna Cenevreyê li pêş me ye. Tirkiye ji ber vê yekê aciz e. Em hêvîdar in ku bi hin kesên azad ên li aliyê Sûriyeyê re rûnên û ji bo Sûriyeyeke ronî û xweş, çareseriyekê biafirînin."