Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çeteyên koma Feyleq el-Şam hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsa Efrînê li dagirkeran xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êvara 29’ê Kanûnê şervanên wan li benda kontrolê ya li gundê Mihemediyê ya navçeya Cindirês a Efrînê li dijî çeteyên koma Feyleq el-Şam çalakiya sabotajê li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çeteyên koma çete ya bi navê Feyleq el-Şam hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.