Li Erîmayê danûstandinên li dijî dagirkeriyê

Ji ber gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li xeta Moskow-Şam-Bakurê Sûriyeyê danûstandinên xurt ên dîplomasiyê dest pê kirin. Di encamê de leşkerên Sûriyeyê û Rûs hatin bajarokê Erîma yê Babê û tevî hêzên xweparastinê yên herêmê tevdigerin.

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi gefên dagirkirinê kir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da xwe ji Sûriyeyê vekişîne, li herêmê danûstandinên xurt ên siyasî, leşkerî û dîplomatîk dest pê kirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku sê sal in ji DYE'yê re dibêje, 'Ji Sûriyeyê derkeve', piştî ku DYE'yê biryara 'vekişînê' da, îca dest pê kir bêje 'Venekişin, em bi hev re bixebitin'. Erdogan roj bi roj gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike.

Yek ji herêmên ku gefa dagirkirinê lê tê xwarin bajarokê Erîma yê Babê û Minbic e. Dewleta Tirk a ku hejmara çeteyên xwe yên li ser sînorê van herêman zêde kir, wê îro li Moskowayê di hevdîtinan de ji bo dagirkirinê bi Rûsyayê re bazarê bike.

DANÛSTANDINÊN XURT ÊN DÎPLOMASIYÊ

Lê belê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî demeke dirêj bi rejîma Sûriyeyê, Rûsya, welatên herêmê û Ewropayê re danûstandinên berfireh ên dîplomatîk dikir.

Piştî ku dewleta Tirk hejmareke zêde leşker û çeteyên xwe li ser sînorê bajarokê Erîma yê Babê bi cih kir, hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî doh hejmara leşkerên xwe yên li gundên Erîmayê zêde kirin.

Li dû hevdîtinên navbera Rejîma Sûriyeyê-Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rûsyayê, hêzên rejîma Sûriyeyê bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re koordîneyî, hêz şand bajarokê Erîmayê.

LI ERÎMAYÊ ALÊN RÛSYA, SÛRIYE Û EL EKRAD LI BA YE

Li Erîmayê Meclîsa Leşkerî ya Babê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Cephet El Ekrad hene. Hêzên rejîmê yên hatin Erîmayê, tevî hêzên xweparastinê yên herêmê ewlekariya sînor bi hev re dikin. Li gel alên hêzên xweparastinê û rejîmê, her wiha ala Rûsyayê jî li ba ye.

Siberoja vê hevkariya rejîmê û hêzên xweparastinê yên herêmê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tikr, bi hevdîtinên dîplomatîk ên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya û hikumeta Sûriyeyê ve girêdayî ye.

GEL RÊXISTINBÛNA XWE XURT DIKE

Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û bawermendên din ên li herêmê, li dijî êrîşên talan û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete, ji aliyekî ve xweparastin û rêxistinbûna xwe xurt dikin, li aliyê din jî jiyana xwe ya rojane didomînin.

DYE'YÊ DEST BI DEWRIYEYÊ KIR

Di vê navberê de, balkêş e ku Hêzên Koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê doh û pêr li Minbicê dest bi gera dewriyeyê kirin. Wesayitên zirxî yên DYE'yê destpêkê li qiraxa çemê Sacûrê yê navbera Cerablûs û Minbicê li dewriyê geriya, bi şev jî li navenda Minbicê li dewriyê geriya.

TIRKIYE HEWL DIDE POZÎSYONA XWE DIYAR BIKE

Dewleta Tirk ku du sal in her carê ji DYE'yê re dibêje 'Ji Sûriyeyê derkeve', piştî ku DYE'yê biryara 'Vekişînê' da, du rojan sekinî û piştre jê re got, 'Ji bo vekişînê nelezînin'. Dewleta Tirk niha jî hewl dide pozîsyona xwe diyar bike.

Dewleta Tirk ji bo karibe êrîşeke dagirkeriyê bike, pêwîstiya xwe bi Rûsyayê heye ku qada hewayî lê veke. Heyetek ji dewleta Tirk wê sibe biçe Moskowayê û hevdîtinan bike.

MIJARA ÎDLIBÊ

Heyeta Tirk ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin pêk tê. Cihê meraqê ye bê heyeta Tirk vê carê kîjan sozê bidin Rûsyayê.

Dewleta Tirk beriya niha bi Rûsyayê re, di berdêla Helebê de Bab, di berdêla Xûta Rojhilat de jî bazara Efrînê kiribû. Tê gotin ku vê carê dibe ku bazarê li ser Îdlibê bike.

LINGEK LI MOSKOWA YE, YEK LI WASHÎNGTONÊ

Piştî ku DYE'yê biryara 'vekişînê' da û ragihand, eger dest ji kirîna S400 ji Rûsyayê berde, wê karibe sîstema parastina hewayî Patrîot bidin Tirkiyeyê, heyeta Tirk berê xwe da DYE'yê. Heyeteke Tirk wê 8'ê Çileyê li Washîngtonê hevdîtinan bike.