Heyeta Tirk pêşniyara çi li Rûsyayê kir, çi bersiv girt?

Rayedarên Tirk ên berê xwe dan Moskowayê, ji bo dagirkirina Minbicê pêşniyar li Rûsyayê kirin. Di berdêla beşek ji Minbicê de pêşniyara beşek ji Îdlibê kirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku piştî tifaqa konjonturî ya bi Rûsyayê re serê her gavê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re digot 'Ji Sûriyeyê derkeve', piştî ku DYE'yê biryara vekişînê de, weke ku yekane argûmana xwe ji dest daye, dest bi gotina 'Ji bo derketinê nelezîne' kir.

Daxuyaniya DYE'yê ku digot, 'Dem hatiye dawî li Astanayê bê anîn' û biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê dewleta Tirk li naverastê hişt. Hewl da di navbera Rûsya û DYE'yê de helwestê nîşan bide û ji aliyekî ve jî hejmareke zêde ya leşkeran li ser sînorê Minbicê bi cih kir û işaretên dagirkeriyê da.

HELWESTA HEVPAR A LI DIJÎ GEFA HEVPAR

Di atmosfera siyasî ya nû de ku bi biryara vekişînê ya DYE'yê re derkete holê, hêzên li Sûriyeyê hemû hewl dan pozîsyona xwe diyar bikin. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gefên dewleta Tirk dît, bi hikumeta Sûriye û Rûsyayê re dest bi hin hevdîtinên dîplomatîk kir.

Hevdîtin li Qamişlo, Baregeha Hymeymîmê, Şam û Moskowayê hatin kirin. Di encama hevdîtinan de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete ku 'gefa hevpar in', li ser 'helwesta hevpar' sekinîn.

GAVA KRÎTÎK

Di encama van hevdîtinan de hêzên rejîmê hatin bajarokê Erîma yê Babê ku gefeke giran lê tê xwarin û bi Eniya El Ekrad, Meclîsa Leşkerî ya Babê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku hêzên xweparastinê yên herêmê ne, dest bi hevkariyê kirin.

Ev lihevkirin bakurê Minbicê, yanî hin herêmên sînorê Cerablûsê yên ber bi aliyê çemê Sacûrê digire nava xwe. Ev lihevkirin bi haya Rûsyayê, her wiha bi tevlîbûna wê pêk hat. Niha li Erîmayê sê al (Rûsya, Sûriye û Eniya El Ekrad) li ba ye.

Ev gav beriya serdana heyeta dewleta Tirk (Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar, Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan û Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin) a li Moskowayê pêk hat, lewma weke 'gaveke krîtîk' hate dîtin.

DAXUYANIYA KREMLÎNÊ

Beriya destpêkirina serdana heyeta Tirk, Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û got, "Me piştrast kir ku kontrola Minbicê ketiye destê artêşa Sûriyeyê."

Vê daxuyaniya Kremlînê li ser helwesta Rûsyayê hinek işaret dida, lê li ser pêşniyarên heyeta Tirk ti agahî nedida.

Di hevdîtina saet û nîvekê de, tê gotin ku dewleta Tirk mijara Minbicê xistiye rojevê û mîna bazariyên li ser Cerablûs-Ezaz-Bab û Efrînê hin pêşniyar li Rûsyayê kiriye.

HEYETA TIRK ÇI XWEST?

Li gorî agahiyên gihiştin ber dest, heyeta Tirk pêşniyar li Rûsyayê kiriye, ku "Artêşa Tirk û komên mûxalîf ji bakur ber bi navenda bajarê Minbicê ve bi 3 heta 5 kîlometreyan dakeve", "Artêşa Sûriyeyê jî ji başûr ve bi 3 heta 5 kîlometreyan xwe berde nava navenda bajarê Minbicê", "Li Minbicê rêveberiyeke nû ya ku baskê siyasî yê Artêşa Sûriyeya Azad di nav de ye bê avakirin" û "Kurd ji bajêr bên derxistin."

HEYETA TIRK DI BERDÊLA VÊ DE PÊŞNIYARA ÇI KIR?

Tê gotin, heyeta Tirk di berdêla vê de Îdlib pêşkêş kiriye û soz daye, "Wê bihêle ku hêzên rejîmê ji başûrê Îdlibê ve bi 15 kîlometreyan bi pêş ve biçe" û "Rêya Minbic-Bab-Helebê radestî kontrola rejîmê bike."

Di demekê de ku Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreynê ragihandin ku wê dest bi têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyeyê re bikin û Erebîstana Siûdî jî ragihand ku ew ji karên dîplomatîk ên bi Şamê re amade ne, tê gotin ku heyeta Tirk soz daye Rûsyayê ku di vî warî de gavan biavêje.

RÛSYAYÊ ÇI BERSIV DA?

Ji ber ku dewleta Tirk piştî biryara DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê banga 'Ji bo vekişînê nelezînin' kir û li dijî S-400 ên Rûs xwe li kirîna Patrîotên Emerîkî germ kir', tê gotin heyeta Rûsyayê bi sexberî nêzî pêşniyarên heyeta Tirk bûye.

Rûsya her wiha dixwaze encamên hevdîtina heyeta Tirk a 8'ê Çileyê ya li paytexta DYE Washîngtonê bibîne. Tê gotin, Rûsya dixwaze li pêşberî pêşniyarên dewleta Tirk vê bavê 'bisekine û bibîne'. Yanî Rûsya dixwaze destê dewleta Tirk baş bibîne.

PEYAMÊN HATIN DAYIN

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû piştî hevdîtinê daxuyanî da û got, "Em, garantorên Astanayê li dijî her şêwe hewldanên li dijî yekparebûna xaka Sûriyeyê ne, yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê diparêzin." Bi vî rengî hewl da baweriyê bide Rûsyayê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got, "Ji bo jiholêkiraina metirsiya terorîstî ya li Sûriyeyê, me li hev kir ku yekîneyên me di nava koordînasyonê de bimînin."

DEWRIYEYÊN DYE'YÊ

Di vê navberê de, DYE ku hîn jî biryara wê ya vekişînê bi gumanbarî tê dîtin, rojên dawî li Minbicê li dewriyeyan geriya. DYE ku beriya niha li ser qiraxa çemê Sacûrê li dewriyê digeriya, rojên dawî li navenda bajarê Minbicê jî dest bi dewriyeyê kir. Zêdebûna trafîka hewayî û bejahî ya DYE'yê ya li Minbicê, li ser niyeta wan rê li ber hin gumanan vedike.