Li Hecînê depoyeke ya teqemenî ya DAÎŞ’ê kete destê QSD’ê

Şervanên QSD’ê yên ber bi Hecînê ve pêş ve diçin, dest danîn ser depoyeke ya madeyên teqemenî ya çeteyên DAÎŞ’ê.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ ê ya şervanên QSD’ê ya li Hecîn a bejahiya Dêra Zorê ve dewam dike. Şervanên QSD’ê yên li deverên Hecînê hatîn azadkirin dest bi lêgerînê kiribûn, dest danîn ser depoyeke ya teqemeniyê ya çeteyên DAÎŞ’ê. Hate ragihandin ku depo ji bo wesayîtên bombebarkirî dihate bikaraîn.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li herêmê dewam dike.