Şervanên YPJ û QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir

Duh çeteyên DAÎŞ’ê li Hecînê ji 3 aliyan ve êrîşî herêmên ku ji aliyê şervanên YPJ’ê û QSD’ê ve hatibû rizgar kirin, kirin. Êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve hate şikandin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyan Parastina Jin (YPJ) dîmenên şerê duh ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê parve kir.

YPJ’ê ragihand ku sibeha 27’ê Kanûnê çeteyên DAÎŞ’ê li Hecînê ji sê baskan ve êrîşî herêmên ku ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin, kir. YPJ’ê ragihand ku şer 4 saetan dom kir û di encamê de êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve bi berxwedaniyek mezin hate şikandin.

Şervana YPJ’ê Ekîn Rojava ku di şer de cih girt wiha got; “Her roja ku derbas dibe li herêma Hecînê dawiya çeteyên DAÎŞ’ê tê. Duh li herêmê şerekî dijwar qewimî û di encamê de gelek cenazeyê çeteyên DAÎŞ’ê û cebilxane ketin destê me.”

Rojava bi domdarî got; “Çi êrîşên ku li hember gelê me çêbin û li kuderê û çawa pêşbikevin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin û ji her êrîşekê re jî amade ne.”