Ji birîndarên Til Rifetê Zuhêr Ebdullrehman Mihemed şehîd bû

Ji birîndarên êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê, Zuhêr Ebdulrehman Mihemed ê birîna wî giran bû, şehîd ket.

Bîlançoya êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku 24'ê Tebaxa 2022'an li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bi droneyeke bombebarkirî kir, giran bû.

Yek ji 5 birîndarên êrîşê Zuhêr Ebdullrehman Mihemed ê 36 salî ku birîna wî giran bû, li gel hewldanên ji bo dermankirinê jî şehîd bû.

Bi şehadeta Zuhêr Ebdullrehman Mihemed re hejmara kesên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd ketin bû 4 kes.

4 kesên di êrîşê de birîndar bûn, tedawiya wan dewam dike.