Operasyona li Holê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike

Operasyona ku ji bo jinavbirina metirsiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kampa Holê hatî destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome, herî kêm 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û 4 tunel hatin dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 24’ê Tebaxê de li Kampa Holê ya bajarê Hesekê dest bi gava duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê operasyonê pêk tînin. Di roja yekem de xebatên lêgerînê li beşa yekem a penaberên Iraqî hatin destpêkirin.

Di operasyonê de şaneyên DAÎŞ'ê yên di nava şêniyên kampê de xwe veşartibûn, kirin hedef.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan 43 êrîş li kampê pêk anîne. Di êrîşan de 14 jê jin 2 jê zarok 44 kes mirin. Di van êrîşan de çekên bêdeng û amûrên birînê hatine bikaranîn.

Di roja duyemîn a operasyonê de hat ragihandin ku di beşa yekem a ku penaberên Iraqî lê dimînin de 27 çeteyên DAÎŞ'ê hatine destgîrkirin.

Li heman herêmê 4 tunelên ku çete ji bo xwe têde veşêrin kolandibûn jî hatin dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi axê dest bi tijekirina tunelan kirin.

Kampa Holê ku wek bombeyeke ji teqînê re amade ye tê hesibandin, hem ji bo nişteciyên wê û hem jî li ser tevahiya herêmê metirsiyekê çêdike.

Li Kampa Holê 54 hezar û 390 koçber û penaber hene. Ji van 27 hezar û 816 Iraqî, 18 hezar û 483 Sûriyeyî û 8 hezar û 911 jî malbatên çeteyên DAÎŞ'ê ne.