Cenazeyê Baran Devrîm li Qamişloyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Baran DevrÎm ku 23'ê Tebaxê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Omer Hero (Baran Devrîm) 23'yê Tebaxê şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan de li dar ket, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Miheydîn Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Ji destpêka şoreşê û vir ve, gelek têkoşer mîna Baran banga mirovahiyê bersivandin û ji bo rûmetê canê xwe feda kir.”

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayd Îbrahîm destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû maye û planên kirêt li dijî wî tên kirin da ku destkeftiyên şoreşê têk bibin.

Îbrahîm wiha domand: “Rûsya, Îran ûş Tirkiyê dîsa li ser siyaseta qirkirina gelê Kurd li hev kir. Lê gelên herêmê ne mîna berê ne. Em xwedî doz in. Xwedî proje ne. Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî dê serkeftinê pêk bînin.”

Paşê bi navê QSD`ê Mihemed Zêdan axivî û hemû şehîdên Pêngava 15`ê Tebaxa 1984`an bi bîr anîn û got: “Bi saya şehîdên vê pêngavê, gelên Rojhilata Navîn jiyaneke bi rûmet û azad dijî. Berxwedana 15`ê Tebaxê sedema sereke ya destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku fikir û felsefeya rêber Ocalan ji xwe re kir bingeh.”

Zêdan destnîşan kir ku destwerdaneke ideolojî, fikrî û leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî herêmê pêk tê. Lê li hember wê siyaseta kirêt, fikr û felsefeya rêber Ocalan bû bend. Belavbûna vî fikrî jî bi saya şehîdên Pêngava 15`ê Tebaxê ye.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Piştre cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan de hate veşartin.