Li Kampa Holê cihên DAÎŞ tawanan lê dike tên rûxandin

Li Kampa Holê di operasyonê de cihê sûc û tunelên ku ji bo perwerdehiyê, dadgeh, êşkencexane û înfazan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dihatin bikaranîn hatin rûxandin. Rêveberiya kampê got ku rûxandina van cihan wê kampê ewletir bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25’ê Tebaxa 2022’an de ragihand ku bi beşdariya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê li Kampa Holê hatiye destpêkirin. Di roja duyemîn a operasyonê de zêdeyî 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin, 4 tunel û stargehên çeteyan hatin rûxandin. Di operasyonê de konên ku ji aliyê rêxistinên şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ve ji bo perwerde, dadgeh, êşkencexaneyê û înfazê dihatin bikaranîn jî piştî ku hatin tesbîtkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rûxandin.

Yek ji Rêveberên Kampa Holê Cîhan Henan di derbarê pêşveçûna operasyonê de wiha got: “Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li kampa Holê hatî destpêkirin 2 roj li pey xwe hişt. Rêveberiya kampê jî daxwaza operasyoneke wiha kiribû. Ji ber bûyerê kuştinê û hwd li kampê zêde bibûn. Operasyon heta niha bi serketî berdewam dike.”

‘KONÊN VALA BIKAR TÎNIN’

Cîhan Henan diyar kir ku konên vala yên li kampê ji bo fealiyetên çeteyan tên bikaranîn û wiha pêde çû: “Nêzî hezar konên vala li kampê hene. Ji ber rewşa 2 salan a li kampê bîlançoya konan dernektin holê. Di sala 2019’an de bi rizgarkirina Baxozê re, rewşa kampê tevî malbatên çeteyên DAÎŞ’ê yên li kampê hatibûn bicihkirin, tevlihev bû. Ji ber vê yekê di mijara konê de tevliheviyek çêbû. Hinekan konên zêde hildan. Çeteyên DAÎŞ’ê jî van konên vala ji bo kiryarên terorîstî bikar anîn. Her wiha ji ber rewşa metirsîdar a kampê, aliyên peywendîdar nekarîn rewşa kampê bişopînin û nekarîn konên zêde kom bikin. Ji ber pêkhateyên çeteyên DAÎŞ’ê rêveberiya kampê nekarî bikevin kampê û van konan rakin.”

‘ARMANCA OPERASYONÊ JÎ EV BÛ’

Cîhan Henan, diyar kir ku hêzên ewlehiyê bi destpêkirina operasyonê re ev cih tesbît kirin û ji holê rakirin û got, “Bi van operasyonan ev konên ku  ji bo fealiyetên terorîstî yên DAÎŞ’ê dihatin bikaranîn jî dest bi rakirina wan kirin. Armanceke vê operasyonê jî rakirina van konên ku çeteyan ji bo fealiyetên terorîstî bikar tînin e. Ji ber ku DAÎŞ van konan ji bo kirina sûcan û veşartina xwe bikar tîne. Piştî rakirina van konan wê ketina hundirê kampê ji bo saziyên sivîl û saziyên alîkariyê ewletir be.”