Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Şehba û Til Temirê kir
Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî 6 gundên Şehbayê û gundê Um Kêf ê Til Temirê kir.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî 6 gundên Şehbayê û gundê Um Kêf ê Til Temirê kir.
Dewleta Tirk tevî artêşa xwe ya ji DAÎŞ'ê û çeteyên dûvikê wê pêk tê, êrîşî Şehbayê kir. Bombardûman li ser gundên Til Eneb, Nêrebiye, Cuba, Til Çeçan, Til Madiq û Semuqa yên Şehbayê û bendava Şehbayê hate kirin.
Dewleta Tirk a dagirker her wiha bi çekên giran êrîş bir ser gundê Um Kêf ê herêma Til Temirê.