Encama sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hat aşkerekirin

QSD’ê, bîlançoya sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dabû destpêkirin, aşkere kir. QSD’ê ragihand ku 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin, û gelek tûnêl hatin tespîtkirin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên DAÎŞ`ê û xilaskirina niştecihên kampê ji terora çeteyan, di roja sêyemîn de didomînin. Encamên 3 rojên pêngavê wiha ne:

ROJA YEKEMÎN

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa yekemîn bi dawî bûn û belgeyên niştecihên wê beşê hatin nûkirin.

ROJA DUYEMÎN

Di berdewamkirina lêgerînê li beşa yekemîn a kampa Holê de 4 tunelên ku şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin û xitimandin.

Hêzên operasyonê di çarçoveya lêgerîn û şopandinê de li beşa yekemîn a kampa Holê 27 çeteyên şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê girtin.

Hêzên operasyonê di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, tedbîrên ewlehiyê berdewam kirin û li gelek konên beşa yekemîn operasyonên lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn.

ROJA SÊYEMÎN

Di 2 rojên dawîn de, hêzên operasyonê 33 kon rakirin ku çeteyên DAÎŞ`ê ew ji bo belavkirina fikirên tundûtûj, her wiha wekî dadgehên şerîetê bi kar dianîn û tê de hikum û ceza li dijberên xwe û yên hevkariya bi wan re nakin, dihatin birîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandibû.  Tê payîn ku heta tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê ev pêngav dewam bike.