Meclîsa Malbatên Şehîdan: Em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin

Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên garantor Rûsya û DYE'yê da.

Bi tevlêbûna bi sedan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê û Şehbayê li Kampa Serdem daxuyaniyek têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê dan.

Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro careke din dewleta Tirk a dagirker nîvro ku roja bazarê bû, bi balafirên xwekuj navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê û gelê sivîl kir hedef. Di encamê de 2 şehîd û 9 birîndarên me çêbûn.

Banga me ji hêzên navneteweyî re; ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafiran gelê sivîl dike hedef, di sala 2020’an de dewleta Tirk komkujiya li Til Rifetê pêk anî, ne tenê Til Rifet, Aqîb, Kiladiyê û hemû deverên Şehbayê komkujiyan dike. Dewleta Tirk nikare vîna gel bişikîne û her roj komkujiyan li ser zarok û gelê me pêk tîne.

Îro jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sûka Til Rifetê kir hedefa xwe û em jî bêdengiya dewletên Rûsya û Amerîkayê a ku garantor in, şermezar dikin.

Malbatên şehîdan tu carî bêdeng namînin."