Roja sêyem a pêngavê: 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarê Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ya îro ket roja xwe ya 3’an de ragihand ku hêzên wan 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. Pêngav didome.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di derbarê Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ya îro ket qonaxa xwe ya sêyemîn de daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan 6 çeteyên DAÎŞ´ê girtine û cihê xendekek din jî tespîtkirine. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di çarçoveya berdewama hêzên me ji Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" re di qonaxa duyemîn de, hêzên me di roja sêyemîn û heta vê kêliyê de 6 çete ji şaneyên DAÎŞ´ê yên veşartî girtin û xendekek ku endamên şaneyê ji bo xweveşartinê bi kar dianî, dîtin.

Operasyonên lêgerînê ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li kampê, berdewam in.”

Her wiha hat zanîn ku di dema operasyonê de malbatên çeteyên DAÎŞ’ê ku gelek astengiyan derdixînin, êrîşî du endamên jin ên hêzên Ewlekariya Hudirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.