Xelkê Kobanê: Em tu carî serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin

Welatiyên Kobanê diyar kirin ku ew tu carî li hemberî dagirkeriyê serî natewînin, wê heta dawiyê li berxwe bidin û anîn ziman ku dewleta Tirk li hemberî îrade û berxwedaniya gerîla bi bindikeve, ji ber wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Dewleta Tirk bi rojane ku êrîşên xwe li ser tevahî Bakur Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, rojane bi balafirên bê mirov û obusan êrîş dike û dixwaze bi van êrîşan îradeya gel bişkîne. Lê welatiyên Kobanê tekez kirin ku heta yek kes li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimîne wê li hemberî dagirkeriyê berxwedaniyê bikin û dagirkeriyê tune bikin.

Welatiyê bi navê Şêx Ehmed Hemo ku bal kişande ser êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev bang kir; “Em bang li raya gistî dikin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin, vaye bi rojane sivîl tên qetilkirin û gel ji komkujiyan re derbas dikin, dixwazin gel ji herêmên wan koçber bike.”

Hemo her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi riya sîxurên xwe xwestin herêmê vala bikin û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk bi şerê taybet wek bi karanîna sîxurên xwe li herêmê, dixwazin gel ji herêma wan vala bike. Dema ku herêm were valakirin wê demê wê dest bi operasyon û komkujiyan bike. Em bang li tevahî pêkhateyên herêmê dikin ku hişyar bin û xwedî helwest bin. Li hemberî dagirkeriyê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê emê het dawiyê têbikoşin û em axên xwe bernadin.”

EM TU CARÎ SERÎ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ NATEWÎNIN

Ciwanê bi navê Mûrad Alo jî diyar kir ku dewleta TIrk êdî ji asta mirovî derketiye û got; “Dewleta Tirk a dagirker rojane jin, zarok û tevahî gelên me hedef digire, dixwaze ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di heman demê de projeya netewa demokrat jî tune bike, lê em ciwanên Kobanê emê berdewam li hemberî dagirkeriyê bisekinin û em tu carî jî serê li hemberî dagirkeriyê natewînin.”

HETA YEK KES LI KOBANÊ MABE EMÊ LI BERXWE BIDIN Û DEWLETA TIRK TUNE BIKIN

Alo anî ziman ku heta yek kes li Kobanê mabe ewê li hemberî dagirkeriyê berxwedaniyê bikin û dagirkeriyê tune bikin. Alo bi vê bangê axaftina xwe bi dawî kir; “Em bang li tevahî Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku êdî rabin ser piyan, vaye rojane li ber çavê dewletên garantor li ser zarok û gel êrîş tên kirin, lê xwe bêdeng dikin. Lê emê jî êdî her tim bersivê bidin dewleta Tirk.”

Şêniya bi navê Fatme Berkel jî da zanîn ku dewleta Tirk li çiya li hemberî gerîlayên azadiyê bi bin dikeve, ji ber wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Fatmayê wiha nêrîna xwe berdewam kir; “Dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên xwe me koçber bike, lê emê her tim li ser axên xwe bin û heta dawiyê berxwedaniyê bikin.”