Ji bo şehîdên Til Rifetê merasîma veşartinê

Hemze Birîm, Reşît Eliko û Fatima Mamo yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Til Rifetê hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesan ve li Şehîdgeha Fafînê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

Bi deh hezaran şênî li ber Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyên her sê welatiyên ku 24`ê Tebaxê di êrîşa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li ser sûka navçeya Til Rifetê de şehîd bûbûn, wergirtin.

Bi hatina malbatên şehîdan re, cenazeyê şehîd Hemze Birîm bi daholê û zirneyê hat pêşwazîkirin, cilên wî yên zavatiyê li ser cenazeyî wî hatin danîn û destê bûka wî hat hinekirin. Dihat payîn ku duh daweta Hemze bûya, lê belê di encama êrîşa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de Hemze Birîm, Reşîd Elîko û Fatima Mamo şehîd bûn û 6 welatiyên din birîndar bûn.

Piştre hevrê û malbatên şehîdan cenazeyên wan danîn ser milan û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, berz kirin.

Girseya gel ji Nexweşxaneya Avrîn ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ket û dengê daholê û zirneyê bi ser kolanên navçeyê ket.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li kolanên Fafînê li benda cenazeyên şehîdan bûn. Girseya qerebalix bi bilindkirina tiliyên xwe bi nîşaneya serkeftinê şehîdên xwe pêşwazî kirin.

Li goristana şehîdan, merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Henan Mamo axivî. Mamo behsa kiryar û durûtiya dewletên garantor ên li Sûriyeyê kir û wiha got: “Dewletên garantor, îdiaya parastina van herêman dikin, lê belê tiştê li ser erdê diyar dibe durûtiya van dewletan û siyaseta wan a dualî li Sûriyeyê ye. Ew dewlet li hember destdirêjiyên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in. Di encama van êrîşan de gelek sivîl şehîd dibin û komkujî pêk tên. Lê ev dewlet bi rolê ji wan tê xwestin ranabin.“

Mamo bilêv kir ku koçberên Efrînê wê li ber dijmin li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “Divê dijmin baş bizane ku vî gelî soza dewamkirina li berxwedanê daye û wê ji polîtîkayên dagirkeriyê yên dijmin netirse.“