Muslim: Faşîzma dewleta Tirk wê têk biçe, Kurd wê bi ser bikevin

Hevserokê PYD'ê got, "Nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê ku bi rengekî veşartî di navbera Muhaberat û MÎT'ê hatin kirin, hewldanek ji bo afirandina hincetekê ji êrîşan re ye. Kurd, gelên Sûriyeyê û raya giştî ya navneteweyî vê qebûl nakin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk 7 sal in ne tenê li ser Rojava li dijî temamiya Kurdistanê şer dike. Muslim got, "Bi tank û topan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Bi her tiştên di destê xwe de êrîşî Kurdan dike. Êrîşên li ser Rojava jî parçeyek ji vî şerî ye. Ya duyemîn; bi vê rêvebriya faşîst re Kurdofobî heye. Lewma ji bo Kurdan tune bike û planên xwe pêk bîne, kî çi bixwaze dide. Dide Rûsan jî dide Îranê jî. Ji bo Kurdan têk bibe tiştê nayê bîra kesî dike.

Gotinek heye ku dibêje 'Bila Kurd dayika xwe nebîn'. Bi rastî jî bi vî rengî ye. Çi hêzên navneteweyî çi jî NATO li ser Kurdan vê polîtîkayê dimeşînin. Ji bo Kurd tune bibin... Ne tenê Rûsya yên din jî bi heman rengî dibêjin, 'Tu ji bo me vî tiştî bike, em ê jî ji bo we li hemberî Kurdan bêdeng bin, yan jî bi rê û rêbazên cuda bibin alîkar'. Vê bi kar tînin. Kurdofobiya Tirkiyeyê bi kar tînin."

Salih Muslim di vê çarçoveyê de işaret bi civîna li Tehranê kir ku serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tevlî bûn û wiha dewam kir, "Di vê civînê de qaşo li ser meseleya Sûriyeyê axivîn. Di nav de kesekî ku Kurdan û Sûriyeyê temsîl bike nîne. Lewma her kesî bi ya xwe kir. Ji bo êrîşê destûr ji Tirkiyeyê re nehate dayin. Bi rastî jî eger êrîşeke berfireh bibe, dikare gelek tiştan tevlî hev bike. Li Til Rifet û Minbicê ku Tirkiyeyê plan li ser çêkiriye, gelek hêz hene. Îran heye, Rûs heye, yên din hene. Yekîneyên Kurdan ên xwecihî hene, rejîma Sûriyeyê heye. Wê bandorê li gelek tiştan bike. Ji ber vê yekê tiştekî gelekî xetere ye. Lewma rê nedan. Gotin 'Tu dikare bi rêbazên berê dewam bike. Bi drone, tank û topan dikarî li Kurdan bixe'. Gotin 'Eger şerekî bi vî rengî berfireh bibe wê zerarê bide me hemûyan'. Piştî hevdîtina li Tehranê, êrîşên li ser sivîl, leşkerî, hêzên ewlekariya hundirîn zêde bûn."

'TIRKIYE KETIYE HEMBÊZA RÛSYAYÊ'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hevdîtina li Soçiyê jî bi bîr xist, ku piştî hevdîtina li Tehranê pêk hat û wiha dewam kir:

"Bi dîtina me, li Soçiyê ji şêwiriya bi hev wêdetir, Pûtîn ferman da û got, tu yê vî tiştî bike, vî tiştî neke'. Bêguman meseleya Kurd û meseleya Sûriyeyê jî parçeyek ji vê bû. Lê belê ji van jî wêdetir gelek tiştên din hebûn. Santrala nukleerê û hwd. li qada enerjiyê gelek peyman çêkirin. Rûsan dest danîn ser van hemûyan. Tirkiye kete hembêza Rûsyayê. Kes qala vê nake. Tenê qala meseleya Sûriyeyê dike. Di meseleya Sûriyeyê de jî bi rengekî eşkere hem wan gotin, hem jî Rûsan gotin, 'Em ê bi rejîma Sûriyeyê re çareser bikin'."

HEVDÎTINÊN NAVBERA DEWLETA TIRK-ŞAMÊ TI ENCAMÊ BI XWE RE NÎNE

Li ser gotegotên hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Beşar Esad jî Salih Muslim wiha axivî:

"Rejîma Sûriyeyê li ser Kurdên Sûriyeyî ji xwe xwedî planekê bû. Em ji berê ve bi vê zanin; piştî salên 1970'î di mijara Kurdan û guhertina demografiyê de gelek hewldan hebûn. Niha jî hewl didin vê bikin yek. Hem planên Tirkiyeyê, hem planên rejîma Sûriyeyê, hem daxwazên Rûsyayê. Tirkiye bi rastî jî wê di vir de zêde winda bike. Erdogan jî bi vê zane. Lê belê rewşeke tengav e. Eger vê neke wê çi bike? Dikare êrîş bike? Ne tenê meseleya Kurdan, her wiha meseleya Idlibê û tevahiya Sûriyeyê heye. Ya duyemîn; di bin pirê de gelek av derbas bû, ku êdî ji bo li hev bicivin û bi hev re tevbigerin divê îqna bikin."

Ji bo pirsa, "Eger nêzî hev bibin, wê encameke çawa bi xwe re bîne?" Salih Muslim got, "Faşîzma Tirk her kesî dixapîne. Ev yek li ser Sûriyeyê gelek caran kir. Gelo bi rastî jî bi gotinên nû dibêje, dewleta Tirk an Erdogan wê karibin rêveberiya Şamê îqna bikin? Wê karibe atmosfereke baweriya bi hev biafirîne? Zehmet e. Rêveberiya Sûriyeyê ewqasî ehmeq nîne, ku rabe her tiştî hembêz bike. Lê belê ev yek heye; Rûsya li ser rejîma Sûriyeyê serwer e. Dibe ku jê tiştekî bi vî rengî bixwaze. Bi rengekî eşkere dikare bixwaze, yan jî veşartî. Ji xwe fermanên xwe çi be wê ji Erdogan re bibêje. Dikare wan li hev bide rûniştandin. Ev ê bibe hevdîtineke ferzkirî. Çareseriyê wê bi xwe re nîne. Ne ji bo Sûriyeyê ne jî ji bo Kurdan... Tiştekî wê bi xwe re nîne. Bi dîtina min encamên xwe jî wê gelekî xetere bin. Wê bibe zewaceke ferzkirî."

'MESELEYA IDLIBÊ JI MESELEYA KURD GIRANTIR E'

Têkildarî hevdîtineke li ser piyan a Mevlut Çavûşoglû ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re ku beriya 10 mehan hatibû kirin û niha kete rojevê, Salih Muslim wiha axivî:

"Gotin ku hevdîtineke li ser piyan a beriya 10 mehan bû. Bi dîtina min hevdîtineke li ser piyian hebû, li hev rûniştin. Mesele ew jî nîne. Em zanin ku îstîxbarata rejîma Sûriyeyê li Moskowayê û gelek deverên din bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye. Lê belê manîdar e ku bûyereke berê qewimî ye niha eşkere kirine. Bêguman hewl didin bandora wê fêhm bikin. her wiha dixwazin peyamê bidin hin deveran; muxalefeta Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê. Lê belê dibe ku vê demê rasteqîn nebe.

Ji ber ku meseleyên cuda jî hene. Meseleya Idlibê ji meseleya Kurd girantir e, bêhtir tevlî hev e. Heyet Tehrîr El Şam, Cephet El Nûsra, komên din ên radîkal vê yekê ti carî qebûl nakin. Wê ji vê yekê re çawa çareyê peyda bikin? Tiştekî tevlîhev e. Lewma mîna gotineke ji ber xwe ve gotiye xuya dike. Lê belê li ser meseleya Kurd dibe ku hin tiştan bi hev re difikirin. Lê bawerim wê nikaribin bikin. Ji ber ku zehmet e Sûriye bi hêza xwe li çareseriyeke leşkerî bigere. Bi taybetî rêveberiya li vir û QSD li hemberî rejîmê neketin nava helwestekê. Her tim dixwaze bi rêya diyalogê çareseriyê çêbikin. Lê belê eger Tirkiye rabe zorê bide rejîma Sûriyeyê, bi dîtina min wê nikaribe bi ser bikeve."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim têkildarî nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê jî nirxandineke bi vî rengî kir:

"Mutabaqata Edeneyê ji xwe peymaneke fermî nîne. Ya duyemîn, di navbera rêxistinên îstîxbaratê de hate gotin, tu yê nizanim bi 5 kîlometreyan karibe bikeve hundir, beriya çend rojan divê tu agahiyê bide û bikeve hundir, piştre jî vekişe. Ev peyman divê ne ku bê nûkirin, divê ji holê bê rakirin. Lê belê Tirkiye hîn jî ji bo van bike bahaneyê dixwaze. Edene bahane ye, ji ber ku tiştekî din tune ye. Ji xwe lihevkirina ku jê re Peymana Edeneyê dibêjin, lihevkirineke navbera du îstîxbaratan e. Ne li Neteweyên Yekbûyî qeyidkirî ye ne jî wateyeke xwe ya navneteweyî heye. Ne haya gelê Sûriyeyê ji vê heye, ne jî li parlamentê hatiye qebûlkirin. Beriya ku ev êrîş bêne kirin haya gelê Sûriyeyê ji Mutabaqata Edeneyê tune bû. Tiştekî ku bi veşartî hatiye kirin.

'WÊ JI ÊRÎŞAN RE HINCETÊ ÇÊBIKIN'

Niha nîqaşên li ser nûkirina wê, hewldanek ji bo çêkirina hincetan ji êrîşan re ye. Niha wê ji ber xwe ve hincetan çêbikin. Cihê ku 30 kîlometre jê re dibêjin, temamiya herêma Kurdan e. Dixwazin van deveran ji Kurdan xalî bikin. Dixwazin plana xwe ya dagirkeriyê rewa bikin. Ne raya giştî ya navneteweyî, ne gelê Kurd ne jî gelê Sûriyeyê vê qebûl dike. Kes qebûl nake. Kes nafikire ku tiştekî bi vî rengî bibe. Rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê rûniştiye ji xwe re nexşeyek çêkiriye, dixwaze plana Osmanî pêk bîne. Nepêkan e ku ev yek bibe. Hem gelê Kurd li hemberî vê li ber xwe dide, hem jî gelê Sûriyeyê qebûl nake. Nepêkane ku rejîma Sûriyeyê vê qebûl bike."

'FAŞÎZMA DEWLETA TIRK WÊ TÊK BIÇE, GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE'

Salih Muslim destnîşan kir ku gelê Kurd êdî hebûna xwe ispat kiriye û got, "Li ber xwe dide, rêxistiniya xwe pêk aniye. Ev ne tiştekî welê ye ku du alî li hev bikin û tune bikin. Kurd vê qebûl nakin û ev plan bi rê ve naçe."

Salih Muslim destnîşan kir ku fazîma dewleta Tirk wê têk biçe, gelê Kurd wê bi ser bikeve û got, "Di meseleya Rojhilata Navîn de êdî her tişt diyar bûye. Kesên ku berê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin xapandin wê êdî neyên xapandin. Bawerim pêvajoya ji niha û pê ve wê ber bi aliyekî din ve biçe."