Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed ê di 24’ê Tebaxê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû û duh şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed (36) ê di 24’ê Tebaxê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li Til Firetê bi giranî birîndar bû û duh şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hate veşartin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed wergirt.

Piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ya li navçeyê Fafîn ketin rê. Li goristanê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hacer Miho axivî û destnîşan kir ku dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelên herêmê qir bike û wiha got: “Em dizanin ku dewleta Tirk bi van êrîşan, Kurdistanê bi giştî dike hedef. Armanca wê ya yekane qirkirina gelên wê ye.“

Di merasîmê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemd Ebdo jî axivî û got berxwedan rêya yekane ya sekna li hember dijminane. Ebdo diyar kir ku heta rizgarkirina Efrînê dê li ber xwe bidin û got: “Çar sal in em ji warên xwe koçber bûne. Rêya rizgarkirina bajarê me tenê berxwedan e.“

Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Leyla Heftaro nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Piştre cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hate veşartin.