Save the Cildren: Li Sûriyeyê meha Tebaxê herî kêm 13 zarok hatin kuştin

Rêxistina Save the Children, ku rêxistineke civakî ya parastina mafên zarokan e, ragihand ku meha Tebaxê bi giranî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 13 zarok hatin qetilkirin, 27 zarok jî birîndar bûn.

Save the Children daxuyaniyek weşand û diyar kir ku destpêka meha Tebaxê li Qamişlo û Til Rifetê di du êrişên cuda de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 5 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku 16'ê Tebaxê li bejahiya Kobanê zarokek, 19'ê Tebaxê li bajarokê El Babê di êrîşekê de ya li bazarekê 6 zarok û heman rojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa droneyan de 4 zarokên keç ahtin qetilkirin, 11 jî birîndar bûn.

Rêxistina civakî ya sivîl her wiha diyar kir ku 24'ê Tebaxê li Til Rifetê di êrîşê de 2 zarok birîndar bûn.

Rêxistinê got, "Liv û tevgereke hîn zêdetir a leşkerî bi rîsk e ku bibe sedem, bi hezaran zarok û malbatên wan ji cih û warê xwe bibin, wan bê stargeh, bêxwarin û bêewlehiyê bihêle."

Dîrektorê Destwerdana Demkî ya Sûriyeyê ya Save the Children Beat Roh got, "Li hemberî zêdebûna tudniya ku nîşan dide zarok hîn li Sûriyeyê ne ewle ne, em ketin nava tirs û fikaran. Divê zarok nekevin nava fikaran ku li malê, li marketê yan jî di dema lîstinê de êrîş lê neyê kirin. 12 sal piştî destpêkirina şer, rewşa ku zarokên li bakurê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne, ev rastî ye."

Bohr ji bo parastina zarokan a ji şer bang kir.