Li Dêrikê bi sedan kesan dewleta Tirk protesto kir
Li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi sedan kesan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi sedan kesan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Ji Dêrik, Koçerat û Beravê bi sedan kes li Qada Azadiyê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê protesto kir. Xelkê ji vir dest bi meşê kir, di rêyên bingehîn ên bajêr re derbas bû û gihîşt ber Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê.
Gava meşê li ser hev dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê“, “Erdoganê Kujer“ û “Bimire xiyanet“ berz kirin.
Yûsif Silêman ê li rawestgeha dawîn a çalakiyê li ser navên oldarê Dêrikî axavtineke kurt kir û banga parastina destkeftiyan li dijî êrîşên dewleta Tirk kir.
Yûsif Silêman, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, endamên Koalîsyona Navneteweyî û dewletên garantor kir ku xwe li ber êrîşan ker nekin.
Silêman, bêdengî şermezar kir û got: “Xelkê herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ji hemû cîhanê re gef in bi hezaran şehîd dan. Lê hêj jî dewleta Tirk a faşîst, xelk û hêzên me ji xwe re dike hedef.“