Kampa Holê ya li kêleka navçeya Holê, ku bi 45 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hesekê ye, ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve sala 1991'ê hate avakirin. Kampa Holê ku ji bo penaberên Iraqî yên ji Şerê Kendavê reviyan bû stargeh, sala 2003'an piştî destwerdana DYE'yê ya li Iraqê, careke din ji bo penaberan bû stargehek. Li dû dagirkeriya DAÎŞ'ê ya li Mûsilê, kamp ji Iraqiyan re bû qada stargehê û sala 2015'an kete bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Di Adara 2019'an de keleha dawî ya DAÎŞ'ê Baxoz hate rizgarkirin û bi vê yekê re malbatên çeteyên DAÎŞ'ê li kampê hatin bicihkirin. Nifûsa kampê bi 4 qatî zêde bû.
JI 50 WELATÎ 67 HEZAR KES LÊ DIMÎNIN
Kampa Holê weke 'yek ji kampên herî xetere yên cîhanê' tê pênasekirin. Li Kampa Holê tevî Iraq, Sûriye, Ozbekistan, Azerbaycan, Tirkiye, Tirkmenistan, Kirgizistan, Çeçenistan, Tirkistan a Rojhilat, Endonezya, Rûsya, Elmanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Misir, Fas, Cezayîr, Tûnisê ji 50 welatên cuda derdora 67 hezar kes dimînin.
DAÎŞ'Ê XWEST BIKE 'NAVENDA XÎLAFETÊ'
Kampa Holê ji bo DAÎŞ'ê û piştevanên wan bû armancek ku hewl bidin vê derê bikin cihê jinûve avabûnê. DAÎŞ'ê bi lez û bez xwe berda nava kampê, dest bi înfazan kir û ferman da endamên xwe yên li kampê ku hukmê DAÎŞ'ê dewam bikin. Piştre çeteyên DAÎŞ'ê li hev hatin komkirin û dest bi rêxistiniya hucreyên veşartî hate kirin. Bi vî rengî xwestin ku kampê bikin 'Navenda Xîlafeta DAÎŞ'ê'.
Bi vê yekê re hewl dan li kampê rêxistiniya 'El Hîsbe' jinûve bi rêxistin bikin. Rêxistiniya ku xwe weke 'Cîhadîst' pênase dike, ji aliyekî ve li kampê perwerdeyên veşartî dikir, li aliyê din jî dadgeh çêdikir û înfaz dikir.
FERMANÊN XWE JI ÎSTÎXBARATA TIRK WERGIRTIN
Endamên hucreyê yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin bêbandorkirin, li xwe mikur hatibûn ku ji bo kuştin û êşkenceya li kampê wan ferman ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne wergirtin.
Di mikurhatinan de ku me 23'ê Hezîrana 2021'ê weşand, eşkere bûbû ku fermanên ji bo Kampa Holê ji aliyê serçete Cerrah Ebû Omer ve hatin dayin ku ji aliyê MÎT'ê ve ji kampê hate revandin. Çeteya ji 4 kesan a ji Mersûl Samî Mûhammed Necîm ê weke 'Ebû Velîd' tê naskirin, Selam Samî Mûhammed, Husam Tala Feryad û Mervan Halîd Duleymî, ku di operasyona hêzên QSD'ê de li kampa Holê hatin girtin, mikur hatibûn ku wan fermanên ji bo êrîşên li kampê ji endamên îstîxbarata Tirk a li herêmên dagirkirî wergirtine.
TEVNA REVÊ JI ALIYÊ MÎT Û ÎHH VE HATE DANÎN
Wezîfeya revandina çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên li Kampa Holê jî ji Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) re hate dayin ku bi têkiliyên xwe yên bi îstîxbarata Tirk û çeteyan tê naskirin. DAÎŞ'ên ku li ber revê hatin girtin, mikur hatin ku mesref hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dayin.
BAR HEMÛ JI QSD'Ê Û RÊVEBERIYA XWESER RE HATIN HIŞTIN
Rêveberiya Xweser û rayeedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bang li welatên ku çete welatiyên wan e kirin û diyar kirin ku bêyî darizandin girtîhiştina ewqas çeteyan metirsiyeke mezin e. Ji van welatan xwestin ku dadgeheke navneteweyî ava bikin yan jî her welat welatiyên xwe bibin û darizînin. Di vê mijarê de karekî girîng ê dîplomatîk hate meşandin. Lê belê di vê mijarê de hînê gavek nehatiye avêtin.
QONAXA DESTPÊKÊ YA OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û bi tevlîbûna hêzên QSD, YPG û YPJ'ê di 28'ê Adara 2021'ê de li kampa ku hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê lê zêde bûn, bi navê 'Operasyona Ewlekarî û Mirovahiyê' hate destpêkirin. Di encamê de bi dehan hucre hatin têkbirin û serçete jî di nav de nêzî 300 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
PIŞTRE XWE ÇAWA JINÛVE BIRÊXISTIN KIRIN?
Piştî operasyonê ji bo demeke kurt jî be bêhn hate ber penaberan. Lê belê ji bo kaosê û jinûve birêxistinkirina DAÎŞ'ê hewldanan destpê kirin. DAÎŞ a ku derbeke mezin ji operasyonê xwar, xwe berda nava penaberan û çeteyên xwe yên pasîf ji bo 'jinûve birêxistinbûnê' xiste nava liv û tevgerê. 20'ê Çileya 2022'an bi êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê re ku çeteyên DAÎŞ'ê lê dihatin girtin, kete rojevê ku wê li kampê jî liv û tevgerek destpê bike. Hêzên ewlekariyê tedbîrên ewlekariyê li herêmê xurt kirin û pêşî li êrîşeke gengaz girtin.
Ji bo kampê çek ji ku derê tê anîn? Di encama karê hevpar ê MÎT, OSO û hucreyên DAÎŞ'ê de tê gotin ku çek bi rêy depo û tankerên avê digihînin kampê.
QONAXA DUYEMÎN A OPERASYONÊ
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25'ê Tebaxa 2022'an ragihand ku ji bo Kampa Holê ji gefa DAÎŞ'ê bê rizgarkirin dest bi qonaxa duyemîn a 'Operasyona Ewlekarî û Mirovî' kirine. Fermandariyê diyar kir ku Kampa Holê veguheriye navenda hucre û malbatên DAÎŞ'ê û ragihand ku li kampê îsal 43 êrîşên terorîstî hatine kirin, 14 jê jin û zarok 44 kes hatin qetilkirin.