Şêniyên Herêma Firatê hînî xweparastinê dibin

Di çarçoveya 'Şerê Gelê Şoreşgerî' û rewşa awarte ya ku hatiye raghandin de, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi fêrkirina gel a bikaranîna rêbazên xwe parastinê kirin.

Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte raghand da ku her kes ji bo ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekine di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe amade bike. Lewre ji aliyê gel ve gelek kar û xebatên amadekariyê yên weke xweperwerdekirina li ser destwerdanên lezgîn û xweperwerdekirina li ser bikaranîna çek û rêbazên xweparastinê hatin birêvebirin.

Piştî perwerdeyên destwerdanên lezgîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firat dest bi perwerdekirina bikaranîna çek û rêbazên xweparastinê kirine.

Berdevka Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî diyar kir ku dewreyên perwerdeya xweparastinê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de ye. Her wiha anî ziman ku li her derê dewre hatiye vekirin û got; “Armanca vê perwerdeyê fêrkirina şerê gelê şoreşgerî ye û çawa xwe parastina li hemberî êrîşan e.”

Firyal destnîşan kir ku di vê perwerdeyê de wê ji gel re zanînên pêwîst ên derheqê bikaranîna çekê û rêbazên xweparastinê bên dayîn û diyar kir ku ev perwerde hîna berdewame. 

'EM CIWAN AMADE NE HETA DAWIYÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ BISEKININ'

Yek ji ciwanên ku tevlî perwerdeyê bûye yê bi navê Nûra Bozan anî ziman ku rewşa ew têde ne rojane êrîş tên kirin, lewre divê her tim xwe biparêzin û bal kişande ser vê yekê ku dewleta Tirk li çiyayên azad bi bindikeve û ji ber wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Nûrayê axaftina xwe wiha domand; “Em di şerekî ku bi rengekî rojane li ser me tên kirin de ne, lê divê em wek ciwan her tim xwe birêxistin bikin, divê em ji bo parastina xwe û axên xwe her tim xwe fêrî bikaranîna çekê bikin. Vaye dewelta Tirk li çiyayan bi bindikeve, ji ber wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Lê ew bi hêza me ya QSD’ê nikare, ev ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Em tu carî jî dest ji axên xwe ber nadin û em ciwan amade ne ku heta dawiyê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û berxwedaniyê bikin.”

Welatiya bi navê Şîrîn Xelîl îşaret bi perwerdeya ku ji bo parastina xwe dibînin kir û da zanîn ku ew li benda tu kesî namînin ku parastina wan bike û got, “Ji bo xweparastina ji dijminê ku tu carî nahêle em bi aramî jiyan bikin, divê em her tim perwerde bibin. Ji bo ku em bikaribin li hemberî van kiryarên derexlaqî bisekinin.”