ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Komkujiyên dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin
QSD'ê li ser encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji doh ve têne kirin daxuyanî da û got, "Ev komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bêbersiv nemînin. Di zeman û cihên guncaw de wê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn." -
Xelkê Efrînê bi meşeke girseyî bersiv da: Em ê asta têkoşînê bilindtir bikin
Şêniyên Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û destnîşan kirin ku wê asta berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin. -
Dîmenên komkujiya li Dêrikê û êrîşên li ser Miştenûrê
Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev û vê sibehê bi êrîşên hewayî bi dehan mirov qetil kir. Li Dêrikê di êrîşê de ku 2 caran li heman cihî hate xistin 9 ket hatin qetilkirin ku yek ji wan rojnamevan bû. -
Li Rojava herî kêm 12 sivîl hatin qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker şeva Şemiyê li Rojavayê Kurdistanê bi balafiran komkujî kir. Herî kêm 12 sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. -
PYD: Gelê me wê xwe û rûmeta xwe ji êrîşên hovane biparêze
Meclîsa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan nikare vîna gelê herêmê bişikîne û got, "Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze." -
Dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneyek li Kobanê rûxand
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bi balafiran bombardûmanê li Kobanê dike. Di encama bombardûmanê de Nexweşxaneya Koronayê ya li Girê Miştenûrê bi temamî hate rûxandin. -
Li Dêrikê 9 sivîl, li Şerayê jî 10 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê 9 sivîl, li Şerayê jî 10 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşa dewleta Tirk de nûçegihanê ANHA'yê şehîd bû
Li bajarê Dêrikê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku bi balafiran kir, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah şehîd bû. -
Dewleta Tirk careke din bombe li Kobanê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Girê Miştenûrê yê Kobanê barand. Tê gotin, ku ji ber bombardûmanê birîndar hene. -
Mazlûm Ebdî: Eger dewleta Tirk di şer de israr bike, wê bandor li her kesî bibe!
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî anî ziman ku dewleta Tirk demeke dirêj e êrîşên hewayî plan dikir û got, eger di şer de israr bike wê ev yek bandorê li her kesî bike. -
TEV-DEM: Yekane rêya parastina destketiyan berxwedan e
TEV-DEMʹê li ser êrîşên dewleta Tirk bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî şermezarkir û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gel kir ku li dijî êrîşan li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin. -
Remziye Mihemed: Jin wê serî li ber êrîşên faşîst netewînin
Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya têkçûna li hemberî gerîlayên azadiyê ye û bang li gel kir ku bi şev û roj li ber xwe bide. -
Berdevkê Rêveberiya Xweser: Êrîş ji bo birêxistinkirina DAÎŞ'ê ye
Berdevk Lokman Ehmê anî ziman ku êrîş hewldanek ji bo astengkirina komxebata eşîrên Sûriyeyî ye û got, "Kombûna Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan e." -
Berdevka YPJ'ê: Em bi yek dengî li ber xwe bidin
Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed anî ziman, ku êrîşên dewleta Tirk ji ber xweranegirtina li Şoreşa Jinê ye û bang kir ku bi yek dengî, yek kulmê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî têbikoşin. -
Hevserokê PYD'ê: Çareya yekane, parastina rewa ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, faşîzma Tirk a li ber mirinê ye bi rêbaza terora DAÎŞ'ê dest bi êrîşê kiriye û ji bo Kurdistaniyan got, "Li dijî faşîzmê yekane çare, xweparastin e." -
Foza Yûsif: Em serî natewînin
Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif êrîşên dagirkieriyênirxand û diyar kir ku ew ê li hemberî tu êrîşan serî netewînin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 2 leşkerên Şamê qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li gundê Qizêli yê Girê Spî de 2 leşkerên girêdayî rêveberiya Şamê qetil kir, leşkerek jî birîndar bû. -
Dema ku xelk diçû alîkariyê êrîşa duyem li ser Teqil Beqilê pêk hat
Dema ku xelkê Dêrikê xwest ji bo alîkariyê biçe qada ku tê bombebarankirin, dewleta Tirk car din êrîşê gundê Teqil Beqil kir. -
Li Girê Spî kuştî û birîndar hene
Hat zanîn ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Qizêlî yê Girê Spî de, kuştî û birîndar hene. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk, Rojava bombebaran dikin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker qadên Kobanê, Şehba, Dêrik û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revandin
Dewleta Tirk li gundê Dêrbelût ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya dagirkirî, 4 welatî revandin. -
Dêrazorî xwedî li QSD û Rêveberiya Xweser derketin
Şêniyên li rojavayê Dêrazorê ji bo xwedîderketina li QSD û Rêveberiya Xweser meşiyan. -
Salvegera damezrandina PKK’ê li Kobanê hat pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera 44'emîn a avabûna PKK'ê pîroz kir. -
Li Şehbayê li dijî tundiya li ser jinan meş
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, jin, jiyan, azadî" meşek hat lidarxistin. -
Li Reqayê meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Reqayê meş hat lidarxistin.