Dayika şehîd: Ya ku PDK dike xiyanet e
Dayika Serdem Agirî, ku bi çekên kîmyewî şehîd ket, Hamdiye Ehmed got, "Ya ku PDK dike xiyanet e. Eger wê ne bi gerîla re bin, çima ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in'."
Dayika Serdem Agirî, ku bi çekên kîmyewî şehîd ket, Hamdiye Ehmed got, "Ya ku PDK dike xiyanet e. Eger wê ne bi gerîla re bin, çima ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in'."
Yek ji gerîlayên ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bû, Serdem Agirî (Osman Abdî) ye. Malbata Serdem Agirî bêdengiya li hemberî êrîşên kîmyewî şermezar kir û bang li saziyê pêwendîdar hemûyan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê lêkolînê bikin.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK'ê êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike, ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve çekên kîmyewî bi kar tîne. HPG'ê ragihand ku di nava 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û qedexekirî hatine bikaranîn.
HPG'ê diyar kir ku mehên Tebax, Îlon û Cotmehê 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Yek ji gerîlayên ku 20'ê Cotmeha 2022'an li Zapê di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bûn, Serdem Agirî ye.
'EGER KURD BÛNA WÊ BI GERÎLA RE BÛNA'
Dayika Şehîd Serdem Agirî Hamdiye Ehmed ji ANF'ê re axivî, PDK bi tundî şermezar kir û got, "Gelê Kurd xwişk û bira ye. PDK diviyabû bi gelê Kurd re bûya. Ji bo avakirina Kurdistaneke Azad divê yek bin. PDK divê bi gerîla re bûya. Eger wê ne bi gel û gerîlayên Kurd re bin, hingî çima ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in'. Eger Kurd bûna, eger berjewendiyên Kurd û Kurdistanê parastibûna, wê piştgiriya gerîla bikira. Ya ku PDK dike xiyanet e. Eger ne xayin bûna niha bi dewleta Tirk re nedibûn."
Dayik Hamdiye Ehmed destnîşan kir ku divê gel hesab ji dewleta Tirk bixwaze û dawî li bêdengiya navneteweyî bê anîn.
'EGER PDK NE DIJMIN BÛYA, DEST DANETANÎ SER MASKEYAN'
Bavê Şehîd Serdem Agirî Mihemed Abdî jî destnîşan kir ku li gorî nirxên mirovî û hiqûqa navneteweyî çekên kîmyewî qedexe ne û got, "Nîşaneya têkçûna wan e. Bi teknîka herî dawî re jî nekarîbûn gerîla, niha jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Xwestin ku bi bikaranîna madeyên kîmyewî encamê werbigirin."
Bav Mihemed Abdî got, PDK'ê rê ji dewleta Tirk re çêkiriye ku karibe bi hêsanî xwe bigihîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi bîr xist ku PDK'ê dest danî ser maskeyên ji gerîla re diçûn. Mihemed Abdî got, "Eger PDK ne bijmin bûya dest danetanî ser maskeyên gerîla. Eger îro gerîla bi madeyên kîmyewî şehîd dikevin, ji ber nebûya maskeyan e. Yekane sûcdarê ku nehişt maske bigihêje gerîla, PDK ye."
Abdî bi bîr xist ku saziyên navneteweyî heta niha li qadên ku madeyên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêkolîn nekirine, bêdengiya heyî ya li hemberî bikaranîna madeyên kîmyewî şermezar kir û ev bang kir, "Gelên cîhanê divê li ser vê mijarê nîqaş bikin. Divê cîhan hemû bibihîze ku li hemberî gerîla kîmyasal tê bikaranîn û pêşî lê bigire."