QSD’ê: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 2 jî hatin girtin
QSD’ê ragihand ku li Dêrezorê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 2 ji wan jî hatin girtin.
QSD’ê ragihand ku li Dêrezorê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 2 ji wan jî hatin girtin.
Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ev agahî hatin parvekirin:
"Hêzên me, roja pêncşemê (27`ê Cotmehê) li gundê Loziyê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li diîj şaneyeke atkîv a rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst, operasyoneke taybet li dar xistin. Wê şaneyê plana êrîşa li dijî sivîlan û belavkirina terorê li herêmê dikir.
Hêzên em, endamên şaneyên li cihê xwe lê veşartibûn dorpêç kirin, bang li wan kirin ku xwe radest bikin, lê belê wan red kir. Li ser wê yekê di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin, 2 jî hatin girtin. Her wiha dabanceyek, çekeke Klaşînkov, bombeyeke destan û miqdareke pereyên biyanî (dolar) yên bi wan re desteser kirin.
Wê hêzên me şopandina bermahiyên rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst li her cihî dewam bike. Dê nehêlin kes ewlehî û istiqrara herêmên me xirab bike, ku di oxira parastina wê de me gelek ciwanên xwe feda kirin."