Li Tebqa û Şehbayê êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin

Bi tevlîbûna bi sedan ciwanan li Tebqayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagiker û bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser qadên gerîla şermezar kirin. Li Şehbayê jî bi sînevîzyonekê gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin bibîranîn.

TEBQA 

Bi tevlîbûna sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Cirniya ya Tebqayê êrîş û çekên qedexe yên dewleta Tirk a dagirker a li ser qadên gerîla bi meşekê şermezar kirin.

Ciwanan di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Tolhildan’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hildan.

Ciwanan bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana gerîla û şermezarkirina dagirkeriyê qîr kirin.

ŞEHBA

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehbayê li ser berxwedana gerîla a bi çekên kîmyewî şehîd bûne, sînevîzyonek ji bo xwendevanan hate nîşandan.