Ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat protestokirin. Her wiha Ciwanên Minbicê ji bo bal bikêşin ser êrîşên li dijî gerîla kon vedan.

Îro bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi mîtîngekê hat şermezar kirin her wiha berxwedana gerîla hat silavkirin. Ciwanên Minbicê jî ji bo şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyewî, kon vedan.

Mîtîng li stadgeha Heysem Kiço ya li Bakurê Rojavayê Qamişlo hate li dar xistin. Bi sedan Ciwan û Jinên Ciwan ji Herêma Cizîrê herikîn Stadgehê. Stadgeh bi alên PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekêm kîmyewî şehîd bûn, hatibû xemilandin. Li aliyekî din jî pêşengeh jî hatibû pêşkêşkirin, di pêşengehê de hemû alavên ku gerîla bi kar tîne di jiyanê de weke Şal, Şapik, Şeleme, Maqap hatin pêşkêşkirin .

Mîtînga Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka TEV_DEM’ Rûken Ehmed axivî. Rûken bal kişand li ser rola gerîla ya di têk birina DAÎŞ’ê de û wateya wateya gerîla ya ji bo gel û got: “Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îradeyek xurt li hemberî hovîtiyê şer dike, li hemberî hemû teknîka serdemê bi awayek fedayiyane şer dike. Ciwanên hêja hûn dizanin gerîla ji bo azadiya we li çiyayên Kurdistanê, bi rojan û salan li berxwe didin.”

Her wiha Rûken bal kişand ser xiyaneta PDK’ê jî û got ku divê hesab ji PDK’ê bê xwestin.

Li ser navê saziya malbatên şehîdan Necah Gilo axivî. Necah Gilo bal kişand li ser çalakiya fedayî ya Şehîd Rûken û Sara û got: “Heval Sara û Rûken çalakiya fedayî li Mêrsinê kirin. Di hundirê dilê dijmin de xwe teqandin û ev yek derbeyek giran bû, ji bo dijmin.”

Her wiha di dawiyê de li ser Navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Hesen axivî ,Rîm di axaftina xwe îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ya di şehîdkirina 17 gerîlayan.

Di dawiyê de hunermend Baran Dilbuhar stranên şoreşgerî gotin.

Bi dirûşmeya “Werin Cenga azadiyê” şêniyên Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla ji bin konê çalakiyê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê li naverasta bajêr vedaye, şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîla yên di êrîşên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, pankartên “Em bibin yek, tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin”, “PKK hebûna demokratîk û yekane projeya jiyana hevbeş, wekhevî û azad e, ji lew re dem hatiye ku ji ‘lîsteya terorê’ derkeve” û “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” û “Werin cenga azadiyê” hatin daliqandin.

Çalakî bi pêşandana dîmenên belgekirî yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kartîne, bi dawî bû.