Ji bo 183 şervanên şehîd bûne, merasîma bîranînê

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê ji bo 183 şervanên ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûn, merasîma bîranînê li dar xist.

Îro, Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê 183 şehîdên YPG/YPJ û QSD’ê yên di Cotmehê de, di navbera salên 2013-2022’an de li cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Hola Reşo ya li rojavayê bajarê Hesekê bi beşdariya endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdan û şêniyên kantonê hat lidarxistin.

Di merasîmê de, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd ew in ku rêya azadiyê xêz kirin da ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramî û istiqrar bijîn.”

Cewad, di salvegera 30’emîn a şehadeta wê de şehîd Bêrîtan jî bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Bêrîtan bi hemû derfetên xwe têkoşiya, li dijî xeta xiyanetê şer kir û rêya jina azad xêz kir.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hemîd Hisên jî soza şopandina rêya şehîdan da û ev tişt anîn ziman: “Em soz didin hemû şehîdan ku em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li ser rêya wan bin û azadiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin.”

Di dawiya merasîmê de li ser 183 şehîdên ku hatine bîranîn, sînevîzyonek hat nîşandan.