'Berxwedana me wê heta rizgarkirin herêmên dagirkirî dewam bike'

PYD'ê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Berxwedana me ya li dijî dagirker û çeteyan, heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera penaberan a li cih û warê xwe wê dewam bike."

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Meclîsa Giştî ya PYD'ê wiha ye:

"1ʹê Mijdarê gelên cîhanê, tevger, şepêl, partiyên siyasî yên demokratîk, nivîskar, ronakbîr, siyasetmedar, hunermend û parlamenter li kêleka berxwedana Kobanê sekinîn. Bi milyonan azadîxwazên cîhanê piştgiriya xwe bi şoreşgerên xwe YPG û YPJ'ê re nîşan dan.

Di serdema me de Kobanê bû sembola berxwedanê, dengê tivingên şervanên wê li her çar aliyên cîhanê veda ku teqezî li ser pêkanîna diruşmeya xwe 'An serketin an serketin' kirin. Berxwedana Kobanê ji bo şoreşgerên azadiyê bû sembol û bingeha têkoşîna rizgariyê ya li hemberî terorê ya ku bi hovîtiya xwe cîhan da ber xwe.

Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe û birîndarên xwe yên ku pêşengên me yên manewî ne û lehengên azadiyê bi bîr tînin ku bi îradeyeke ji pola ya  mînakên wê di dîroka mirovahiyê de kêm in li hemberî terora reş a li ser tevahî cîhanê gefeke bû, sekinin. Her wiha em malbatên şehîdan silav dikin ku di oxira ku gelê me bi ewle û aştî bijî de berdêlên giran dane.

Piştî 8 salan, dagirkeriya Tirk û komên çete yên terorîst ên girêdayî wê, tevgerên tundrawî ên neteweperest ên ku xwe wekî muxalefet nîşan didin, heta roja îro binketina rêxistina DAÎŞ'ê ya terorîst qebûl nakin. Dagirkeriya Tirk di 2018ʹan de êrişeke dijminane bire ser kantona Efrînê. Piştî ku QSD û Koalîsyona Navneteweyî bi çend mehan DAIŞʹê li Baxozê têk birin, dagirkeriya Tirk di sala 2019ʹan de êrişên nû yên dagirkeriyê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin  û rojane êrişên dijminane li ser seranserî herêmên ewle yên derveyî dagirkeriya wê pêk tîne û gefên êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Kobanê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev gef di demekê de tên xwarin ku civata navneteweyî û dewletên garantor çavên xwe li sûcên hovane yên dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî yên li herêmên dagirkerî yên li dijî mirov, kevir û daran têne kirin. Ev sûc tevahî qanûn û peymanên navneteweyî derbas kirine.

Careke din em ji civata navneteweyî û tevahî gelên cîhanê re piştrast dikin ku dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewl dide rêxistina DAIŞʹê bi navên cûda geş bike ku dê ji ya berî 8 salan nokertir û tundtir be. Ji ber armanca terora ku rejîma Tirk û rejîmên din ên hevkar wê xwedî dikin, ne tenê şantajkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya herêmê ye, lê belê armanc şantajkirina tevahî cîhanê ye. Bûyerên ku vê dawiyê li herêmên dagirkirî rû didin, encamên lihevkirinên di navbera rejîma Tirk û rejîmên ku destekê didin alozî û terorê de ye ku gelê Sûriyê yê yekemîn e ku dibe qurbanê van lihevkirinan e.

Her wiha em ji tevahî cîhanê re teqez dikin ku em aştîxwaz in, şoreşgerên azadî, biratiya gelan û jiyana hevbeş û yekitiya çarenûsî ne. Têkoşîna me li hemberî zulma li ser gelê me ye. Her wiha têkoşîna me ji bo avakirina civakek azadî,  bi edalet û wekheviya di erk û mafan de bêyî cûdabûna etnîkî, an olî an jî mezhebî ye. Ji ber vê yekê ji destpêka aloziya Sûriyê ve me xeta sêyemîn hilbijart da ku piştrast bikin em ku xwediyê projeyeke siyasî, nîştimanî sûrî ne ku li ser rêgez û bingehên demokratîk e. Em di xeta xwe ya şoreşgerî ya demokratîk de bi israr in, ji ber ku ev xeta rêya yekane ya xilaskirina Sûriyê ji aloziyê ya li gorî biryara navneteweyî ya 2254ʹan e.   Em hewl didin vê têkoşînê bi hemû hêzên gel, siyasî ya demokratîk a li Sûriyê parve bikin da ku sîstemeke siyasî ya nenavendî ya demokratîk ava bikin ku mafên hemû pêkhate û gelên Sûriyê li ser esasê modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin misogerkirin.

Em di Meclisa Giştî ya PYDʹê de careke din spasiya hemû gelên cîhanê yên ku piştgirî dan Kobanê û berxwedana lehengên wê dikin. Carek din em bang li wan dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku bi saya xwîna wan şehîdan hatiye damezirandin. Ev rêveberî rastiya hêviya pêkhateyên Sûriyê îfade dike. Careke din em soz didin ku em ê li hember terorê û fikrên tarî yên tunraw ên ku li ser tevahî mirovahiyê gef in, têkoşînê xurt bikin. Têkoşîna me ya li hemberî dagirkerî û tevahî komên çete wê heta rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û vegera ewle ya tevahî koçberan li ser xaka xwe, dewam dike."