Xelkê Efrînê: Rêber Apo navenda çareseriya kaosê ye
Şêniyên Efrînê işaret bi xurtbûna têkiliya gel a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin û destnîşan kirin ku Ocalan navenda çareseriyê ye.
Şêniyên Efrînê işaret bi xurtbûna têkiliya gel a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin û destnîşan kirin ku Ocalan navenda çareseriyê ye.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 'cezayên dîsîplînê' gihîştiye asteke bilind. Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçberî Şehbayê bibin, li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.
Xelîl Reşîd anî ziman ku bi cezayên dîsîplînê û tecrîdê hewl didin têkiliya navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel qut bikin û got, "Kes nikare me ji rêberê me qut bike. Ji aliyê fîzîkî ve em dûrî hev jî bin dilê me bi hev ve ne. Lewma em fikir û felsefeya serokatî di dilê xwe û di dilê zarokên xwe de diçînin." Reşîd di dawiyê de tekez kir ku, PDK'ê û mala Berazanî desteke wan a qirêj di dîlgirtina rêbertî û neçareseriya doza Kurd heye, ji ber ku bi hemû hêzên xwe agahiyan ji faşîsta Tırkiyê re rêdike ji bo cihê xwe li cem Tirkan germ bike. Ji bo wê em weke gelê Efrînê bi her awayî em ê piştgiriyê bidin felsefeya Neteweya Demokratîk û azadiya seroketî misoger bikin.
'CPT JÎ HEVKARIYÊ JI TECRÎDÊ RE DIKE'
Rebîa Wekas jî wiha got, “Em bi giştî dizanin ku her dem rêxistinên cuda hevdîtin ligel Rêber Apo pêk tînin. Lê belê her ku diçe tecrîd li gorî wan hevdîtinan zêde dibe. Ji ber wê em bi tundî wan rêxistinan bi taybetî saziya CPT’yê şermezar dikin. CPT’yê jî hevkariya tecrîda li ser Rêber Apo dike.”
'WEK CIWANÊN EFRÎNÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO EM Ê LI QADAN BIN'
Yek ji ciwanên Efrînê Heybet Omer jî anî ziman ku, ciwan fikir û felsefeya Rêber Apo diparêzin û wiha axivî, “Ji ber vê yekê ciwan dibin hedefa êrîşên dijmin. Lê divê bê zanîn ku, wek ciwanên Efrînê ji bo azadiya Rêber Apo em ê her dem li qadan di nava çalakiyan de bin. Banga min ji bo tevahî ciwanên Kurd ew e ku ji bo azadiya xwe divê xwedî li rûmeta xwe derkeve.”
'PÊWÎSTE GELÊ KURD RABE SER PIYAN'
Hesen Osman diyar kir ku dem dema xwedî derketina li Rêber Apo ye û wiha axivî, “Eger gelê Kurd niha ranebe û xwedî li Rêbertî dernekeve, wê kengî rabin? Pêwîst e her Kurdeke ku daxwaza serxwebûnê dike, ji bo Rêber Apo divê rabe ser piyan û dakeve qadan.”