Kongra Star Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga xwedî derketina li şoreşa azadiyê kir.
Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga xwedî derketina li şoreşa azadiyê kir.
Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Koordînasyonê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûye hêviya azadiyê.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk di sala 2014’an de bi armanca têk birina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bi tang, top û çekên giran êrîşê Kobanê kirin. Li ber çavê cîhanê bi xeyalê dagirkirinê êrîş kirin. Lê wan ji bîr kiribû ku gelê Kobanê xwe bi fikir û ramanên azad yên Rêber Apo perwerde kiriye.”
Koordînasyona Kongra Star destnîşan kir ku gelê Kobanê û şervanên azadiyê 133 roj li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, berxwedanek bê hempa nîşan daye û got ku bi vê berxwedanê mohra xwe li sedsala 21’emîn xist.
Koordînasyona Kongra Star di şexsê şehîdên Kobanê de sembolên berxwedanê Arîn Mîrkan û Rêvan bi bîr anî û anî ziman ku li dijî destdirêjî, tundî, pergala kolekirinê û teslîmiyetê bi seknek fedaî bersiv dane êrîşan û berxwedana Kobanê kirin berxwedana ‘Jina Azad’.
Kongra Star destnîşan kir ku hêzên ku destekê didan çeteyên DAÎŞ’ê îro jî bi awayek hovane êrîşê destkeftiyên gelê Kurd dikin û wiha hate gotin, “Dewleta Tirk a ku têkçûn DAÎŞ’ê ti carî qebûl nekir, ji bo tolê rake, bi çekên kîmyewî êrîşê gerîla dike. Her wiha bêy navber li Bakûr, Başûr, Rojava û Bakûrê Sûriyeyê êrîşê gelê Kurd dikin. Armanc qirkirine. Tevahî mirovahî çawa ku di 1’ê Mijdarê de roja piştevaniya berxwedana cîhanî ya Kobanê hatin cem hev û bûn yek, divê îro jî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bi ruhê Kobanê xwedî li şoreşa gelên azadîxwaz bê derketin.”