YPG'ê bersiv da: 13 dagirker hatin kuştin
YPG'ê diyar kir ku di çalakiyên bersivdanê de 13 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, ku 4 ji wan leşker, 9 jî çete ne. Hate ragihandin ku wesayitek, çekek A-4 û çekek bombeavêj jî hatine îmhakirin.
YPG'ê diyar kir ku di çalakiyên bersivdanê de 13 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, ku 4 ji wan leşker, 9 jî çete ne. Hate ragihandin ku wesayitek, çekek A-4 û çekek bombeavêj jî hatine îmhakirin.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPGʹê têkildarî çalakiyên wan ên bersivdayînê yên rojên 23- 27ʹê Cotmehê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bi dijwarî dewam dikin. Di gelek êrîşan de gelê me tê hedefgirtin, şehîd û birîndarên sivîl çêdibin. Her wiha di van êrîşan de xisareke madî jî li gelê me dibe. Artêşa Tirk a dagirker di êrîşan de tu pîvanên şer nas nake. Li hember van êrîşên hovane em di çarçoveya parastina rewa de, gelê xwe û destketiyên gelê xwe di bin her şert û mercan de diparêzin.
Di vê çarçoveyê de li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker di rojên 23 û 27’ê Cotmehê de, li heremên dagirkirî çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin. Di van çalakiyan de her wiha seyareyek, çekek A-4 û çekek bombeavêj hatin rûxandin.
Li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê wê dewam bikin."