ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
El Hemed ê ku di êrîşa droneya bi çek de şehîd bûbû li Şedadê hate veşartin
Dewleta Tirk a dagirker di 13’ê Mijdarê de bi droneyeke bi çek êrîşek kiribû. Di vê êrîşê de endamê Hêzên Xweparastinê Kemal Subhî El Kemal şehîd bûbû. El Kemal li Şedadê hate veşartin. -
Muslim: Bi êrîşa li Taksîmê re xwestin Kurdan bikin hedef
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku teqîna li Stenbol-Taksîmê senaryoya lîstika li dijî Kurdan e, diyar kir ku têkiliya kesê hatiye girtin bi komên weke OSO’yê re heye. -
PYD: Dewleta Tirk bingehê ji dagirkeriyê re amade dike
PYD'ê êrîşa li Taksîmê şermezar kir û got, "Hikumeta şerê taybet a Tirk bingehê ji êrîşeke nû û dagirkeriyê re amade dike." -
Parêzer Naîmî: Tecrîd li dijî Kurdan û gelên bindest e
Parêzer Mihemed Emîn Naîmî got, tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd û gelên bindest e. -
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî: Tu têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tune. -
QSD: Îdîayên li ser 'şehadeta 12 şervanan' rast nînin
QSDʹê ragihand ku îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên li ser 'şehadeta 12 şervanan' rast nîne. -
Li Qamişloyê protestokirina êrîşên kîmyewî: Ev serhildana gel e!
Bi sed hezaran kesên ku di mîtînga li bajarê Qamişlo yê Rojava de hatin ba hev, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. -
Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê bi gerîla re bin
Di çalakiya ku li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hate kirin de, bi sedhezaran kes kom bûn. Gelek çalakgeran bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna kîmyewiyê dan. -
Li Amûdê êrîşa hewayî
Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Amûdê ya Kantona Qamişloyê bombe li wesayitekê barand. -
Bi sed hezaran kes li Qamişloyê li dijî êrîşên kîmyewî daketin qadan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, li bajarên Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes daketin qadan. -
Aktîvîstên Sûrî: Divê hikûmeta Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike
Aktîvîstên Sûrî diyarkirin ku divê hikûmeta Şamê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bê helwest nemîne û parastina sînorê Sûriyê bike û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bikin. -
Ciwanan li Kobanê li dijî êrîşên kîmyewî û tecrîdê, seferberî ragihandin
Bi sedan ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî û tecîda Îmraliyê meşiyan û seferberiya giştî ragihandin. -
'Bêdengî êrîşa li dijî Başûr e jî'
Yek ji rêveberên berê yên PDK'ê Îsmaîl Elî Îsmaîl diyar kir ku bêdengiya li hemberî hovîtiya çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk di heman demê de êrîşa li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye jî. -
Li Qamişloyê cenazeyê Nêçîrvan Hibo hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nêçîrvan Hibo yê ku di dawiya meha Cotmehê de şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin. -
Ji bo Şêx El Hadî peyamên sersaxiyê
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî El Hadî peyamên sersaxiyê dan. -
Pirtûkxaneya gerok a ji fikrên Ocalan gera xwe li Çelebiyê bi dawî kir
Pirtûkxaneya gerok a ji raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê û gundewarên wê ji bo belavkirina ramanê wî hatibû destpêkirin, îro li navçeya Çelebiyê dawî li gera xwe anî. -
Cenazeyê Şehîd Feysel El Hecî Mihemed hat veşart
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed hat veşartin. -
Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe eşkere kir ku di 31′ê Cotmehê de şehîd bû. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifet û Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 30 top avêt Til Rifet û Şêrawayê. -
Pirtûkxaneya gerok a ji ramanên Ocalan li gundewarên Kobanê ye
Pirtûkxaneya gerok a ji raman û felsefeya Ocalan, ku ji aliyê Ciwanên PYD’ê ve 7’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de li gundewarên Kobanê digere. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Til Temir û Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Til Temir û Zirganê kir. Di encama êrîşa li dijî gundê Siker El Ihmer yê Til Temirê de Mihemed Şiblî yê 65 salî birîndar bû. -
Şehîd Yûsif Gulo li Qamişloyê hat bibîranîn
Yûsif Gulo û neviyên wî û Anter Dersim ên ku sala borî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişloyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. -
Cenazeyên 9 penaberên Kobanî hatin veşartin
Cenazeyên 9 welatiyên ji Kobanê yên di rêyên penaberiyê de, di encama noqavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn warê wan û ew veşartin. -
Ebdî: Berxwedana gel wê Efrînê rizgar bike
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hewil dide bi destê El Nûsrayê planên xwe bixe meriyetê û got: “Berxwedan, wê Efrînê ji çete û dagirkeran rizgar bike.” -
Şervanê QSD'ê Ehmed Ugle Şêx bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Ugle Şêx ku li bakurê Reqayê 6'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî şehîd bû, hate veşartin.