HAT’ê 7 çeteyên DAÎŞ’ê girt
Hêzên Antî-Terorê, bi operasyoneke taybet 7 çeteyên DAÎŞ’î li Tebqayê girtin.
Hêzên Antî-Terorê, bi operasyoneke taybet 7 çeteyên DAÎŞ’î li Tebqayê girtin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Antî-Terorê li bajarokê El Siwêdiyê yê Tebqayê bi operasyoneke taybet hucreyeke DAÎŞ’e ya bi 7 kesan girtiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Saziya Ewlehiya Giştî, li çoltera Tebqayê gelek kesên gumanbar şopandine û tesbît kiriye ku ev hucreyeke girêdayê çeteyên DAÎŞ’ê ye ku dixwaze ewlehiya herêmê xera bike. Bi pişt re Hêzên Antî-Terorê 22’yê Kanûnê li bajarokê El Siwêdiyê yê Tebqayê bi operasyoneke taybet hucreyeke DAÎŞ’ê ya bi 7 kesan girtiye.
Wê operasyonên me berpêyî van hucreyan berdewam bin ku hêzê ji êrîşên dewleta Tirk digirin û dixwazin aramî û ewlehiya herêmên me xera bikin.“