Ciwanên malbatên şehîdan li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên ji malbatên şehîdan ên Kobanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku heta agahiyê ji rewşa Rêberê xwe werbigirin wê li qadan bin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê ciwanên ji malbatên şehîdan daketin qadan.

Ciwan li Qada Jin a Azad li hev civiyan û heta gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê meşiyan.

Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin û daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Endama Rêveberiya Ciwanên ji Malbatên Şehîdan Zîn Ehmed daxuyanî da û bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT kir ku li hemberî tecrîdê erk û berpiryariyên xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de ahte destnîşankirin ku heta agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin wê li qadan bin.