DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -HATE NÛKIRIN

Çeteyên DAÎŞ'ê li taxa Diriya ya Reqayê êrîş birin ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li qadê girtin û dest bi operasyonê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li taxa Diriya ya Reqayê ku Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê lê ye, çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qada êrîşê dorpêç kirin û dest bi operasyonê kirin.

Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çete hatin kuştin. Hate ragihandin ku yek ji çeteyên hate kuştin, êlekê bombebarkirî yê xwekuştinê lê bû.

Li nêzî cihê êrîşê, girtîgehek heye ku çeteyên DAÎŞ'ê lê têne girtin.