Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Komkujiya Parîsê protesto kirin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û bang li her kesê kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û bang li her kesê kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê têkildarî Komkujiya li Parîsê ku yek jê hunermend 3 kes hatin qetîlkirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku divê kujer bên darizandin.
Daxuyanî ji aliyê Newaf Ehmed ve hat xwendin.
Ehmed got: “Em êrîşa li Parîsê şermezar dikin. Di vê êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûne. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Ev bûyer ji bo tevahî gelan giran e. Divê ev bûyer pir cidî were nirxandin û kujer bên darizandin. Kiryara wan û kîna wan girêdayî faşîzmê ye.
Em bang li her kesê dikin ku xwedî li vê dozê derkevin û xwedî helwest bin.”