Midûriyeta Avê ya Kobanê topbarana dewleta Tirk şermezar kir

Midûriyeta Avê ya Kobanê, bi armanca şermezarkirina topbarana dewleta Tirk ku 3 sê endamên midûriyetê ji ber birîndar bûn, daxuyanî da.

Artêşa Tirk a dagirker, bi çekên giran îstgeha avê ya li gundê Şiyoxa Jêrîn ê li rojavayê Kobanê da ber topan, 3 endamên midûriyeta îstgeha avê bi topbaranê birîndar bûn.

Hevserokê Midûriyeta Avê ya Kobanê Mesûd Bozî, daxuyanî xwend û topbarana dewleta Tirk a dagirker a berpêyî endamên midûriyetê şermezar kir û got ku kirineke dijmirovî û dijexlaqî ye.

Mesûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi kirina armanc a endamên midûriyetê, bi hezaran welatiyên li benda avê kirine armanc.

Mesûd Bozî bang li rêxistinên hiqûqî û hêzên navneteweyî kir ku tev bigerin û dawiyê li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan bînin.

Bozî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di kirina sûc de nabêje mezin û biçûk û got: “Ew welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc û êdî planên wê yên qirkirina gelên herêmê eşkere bûne.“