Di êrîşên dewleta Tirk de sala 2022'an 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî, 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî, 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin.
2022 bû saleke welê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dewam kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên dewleta Tirk de yên vê salê, 21 zarok hatin qetilkirin, 57 jî birîndar bûn. Li Herêma Efrînê û Kampa Holê 17 jin hatin qetilkirin. Li Efrînê 9 jin hatin revandin.
Ji rêveberên Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ji ANF'ê re axivî. Evîn Cûma anî ziman ku armanca komeleyê belgekirina kiryarên li dijî mafên mirovan û pêşkêşkirina van belgeyan ji bo saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Evîn Cûma got, "Îsal me karîbû di asteke girîng de van belgeyan kom bikin, lê belê me nekarî hemû binpêkirinan bi belge bikin. Bi taybetî ji bo me zehmet bû ku xwe bigihînin herêmên dagirkirî. Piraniya aktîvîstên mafên mirovan ên diçin herêmên dagirkirî têne girtin, êşkence li wan tê kirin an jî gef li wan tê xwarin ku ji herêmê derkevin. Ev yek di rapora Neteweyên Yekbûyî de jî hate destnîşankirin. Tundiya li jinê, destavêtin û kuştin bûyerên rojane ne ku zêde dibin."
TÊRÊ NAKE, LÊ HEWL TÊ DAYIN
Evîn Cûma ragihand ku wan belgeyên hatine komkirin pêşkêşî Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê kirine ku ser bi mafên mirovan a navneteweyî ye û wan jî di raporên xwe de yên têkildarî mafên mirovan ê li herêmê cih dane van binpêkirinan. Evîn Cûma got, "Me serî li gelek saziyên mafên mirovan ên mîna Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Human Rights Watch (HRW) jî dan. Armanca me ew bû ku van belgeyan bigihînin cihên pêwendîdar. Têrê nake lê hewl tê dayin."
5 DOSYA WÊ PÊŞKÊŞÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN PÊWENDÎDAR BÊNE KIRIN
Evîn Cûma anî ziman ku wan îsal 5 dosya amade kirin, wê pêşkêşî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar bikin û têkildarî dosyayan ev agahî da: "2 binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê, li Kobanê birîndarkirina 11 sivîlan ku yek ji wan zarokekî çar salî ye û lingê xwe winda kir, êrîşa li ser bazara Kobanê, xisara li cih û warên sivîlan, êrîşa li ser navendeke perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî û qetilkirina 5 zarokên keç, birîndarbûna çar zarokan; me ev hemû bi şênberî bi belge kirin, agahî li ser wan kom kirin û em ê bişînin ji saziyên navneteweyî re."
BIRYAREKE CIDÎ NEHATE WERGIRTIN
Evîn Cûma ragihand ku herta niha têkildarî binpêkirinên li herêmê û cihên dagirkirî, di asta navneteweyî de biryareke cidî nehatiye wergirtin û got, êrîş bandoreke neyînî li herêmê dikin. Evîn Cûma diyar kir, ku li herêmê sûcên şer hatine kirin, lê belê li dijî vê yekê hîn gaveke şênber nehatiye avêtin.