‘Bi yekîtiya Kurdistanî wê peymanên qirkirinê ji holê rabibin‘

Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsiv, di mijara bipêşvebirina têkiliyên stratejîk di navbeyna Kurdan de îşaret bi giringiya xebata hevpar a PYD’ê û YNK’ê kir. Foza got ku wê bi yekîtiya Kurdistanê wê peyamên qirkirinê ji holê rabibin.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsiv, têkildarê serdana Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û naveroka hevdîtina wan ji Ajansa ANHA'yê re axivî. Foza Yûsiv destnîşan kir ku di pêvajoyeke wiha giring de serdana Talabanî gelek giring û got: “Li Rojavayê Kurdistanê zêde gef tên xwarin, li ser tevahî Kurdan siyaseta qirkirinê tê birêvebirin. Lewma hevgirtina partiyên siyasî û perçeyên Kurdistanî dîrokî û jiyanî ye.”

Yûsiv diyar kir ku armanca serdana Talabanî piştgiriya ji bo destkeftiyên Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “YNK ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, xwedî helwesteke neteweyî û pir bi hêz bû. Em bi vê wesîleyê spasiya hemû rayedarên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) dikin. Xwedî helwestên neteweyî bûn, van 12 salan di warê dîplomasî, madî-manevî û hemû waran de wan alîkarî bi Rojava re kir.“

Têkildarê naveroka hevdîtinê jî Yûsiv agahî dan û da zanîn ku ew li ser xeteriyên li dijî çar parçeyên Kurdistanê, giringiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê rawestiyane.

‘GIRINGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ’

Yûsiv gotubêjine ku têkildarî xeteriyên li ser herçar parçeyên Kurdistanê hatine kirin wiha anîn ziman: “Hêzên li Kurdistanê dagirker in, ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibin, di nava hevkariyê de ne. Lewma pêwîste di nava Kurdan de jî stratejiyek hevbeş hebe da ku li hemberî xeteriyan were rawestandin, ji heqê zor û zehmetiyan bê derketin. Lewma hevkariya di navbera hêz û partiyên Kurdan de gelekî giring e. Li dijî siyaseta qirkirinê, li ser giringiya stratejiya hevbeş hat rawestîn. Me wekî PYD got ku em ji hemû xebatên xizmeta yekîtiya neteweyî dikin re amade ne, piştgiriyê dikin. Em ê piştgirê hemû xebatên YNK’ê bin ku di vê mijarê de dimeşîne em ê destek bikin û em ê vê xebatê bi hev re bimeşînin.”

Yûsiv destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de bal kişandiye ser rola YNK’ê ya di mijara yekîtiyê de û wiha got: “Me bal kişand ser rola YNK’ê ya di yekîtiya neteweyî de. Em dikarin bibêjin ku dijmin ji bo ku Kurd û Kurdistanê perçe bike û nakokiyan derxîne şerekê pir qirêj dike. Lewma me diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyan û bi taybetî destkeftiyên Başûr em amade ne rol bilîzin. Di pêşerojê de wê di çarçoveya stratejiya neteweyî de hinek xebat werin kirin. Me got em PYD û YNK van xebatan bi hev re bikin.

Yûsiv da zanîn ku Bafil Talabanî jî gotiye ku ew ê heta dawiyê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin, her wiha  piştevaniya xwe ya ji bo QSD’ê diyar kir û wiha li axavtina xwe dewam kir: “Her wiha îşaret pê kir ku Kurd di nava metirsiyekê de ne, lewma diyar kirin ku ew ê ji bo yekîtiya Kurdan têbikoşin. Di vê çarçoveyê de civîna demên dawîn a di navbera partiyên Başûr de çêbû, gelekî giring bû. Israra ji bo xebatên bi vî rengî nîşan daye. Dîsa ew ê sibehê roj pêşengiyê ji hin xebatan re bikin. Di vê mijarê de piştevanî ji PYD û Rojavayê Kurdistanê xwest ku em bi hev re vî karî bikin.”

Yûsiv têkildarê vê mijarê jî ev agahî parve kirin: “Em li ser rola YNK’ê ya di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de rawestiyan. Birêz Celal Talabanî li herêmê xwedî rolekê giring bû. Me jî bal kişand ku YNK dikare ji bo aramiya herêmê rolekê giring bilîze. Ziyareteke gelekî serkeftî bû, ez bawer im ku wê di hemû waran de xizmeta helwesta neteweyî, berjewendiyên gelê me û aramiya herêmê bike.”

‘PYD Û YNK DIKARIN ROL BILÎZIN’

Yûsiv bi lêv kir ku wan di civînê de bal kişandiye ser giringiya meşandina xebateke hevpar a dîplomasiyê û ev agahî dan:  “Pêwîstiya Kurdan bi xebateke wiha heye, PYD û YNK dikarin rolekê wiha bilîzin. Ev serdan ji bo vê mijarê jî giring bû. Her du aliyan destnîşan kir ku ev hewil û hevkarî wê berdewam bin. Hevkariya Başûr û Rojavayê Kurdistanê bihêztir bibe. Her du aliyan biryardariya xwe ya di vê mijarê de nîşan da. Me xwest ku di nava Kurdan de têkiliyên stratejîk bên bipêşvebirin, PYD û YNK pêşengiya vê bikin. Wan jî diyar kir ku ji vê xebatê re amade ne. Ev xebata hevbeş bi taybetî ji bo yekîtiya neteweyî giring e.”

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê’

Yûsiv têkildarî gotûbêjên li ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatine kirin jî wiha got: “Em li ser xebatên hevpar ên li dijî DAÎŞ’ê rawestiyan, me behsa giringiya vê têkoşînê kir. DAÎŞ niha li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê xwe dîsa bi rêxistin dike. Lewma pêwendiya têkoşîna hevbeş gelek giring e. Her du aliyan jî da zanîn ku wê ev hevkarî berdewam bibe. Dibe ku sibehê roj ev hevdîtin li Silêmaniyê jî bên kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsiv careke din bal kişand ser giringiya yekîtiya neteweyî û ev peyam da:  “Şerê qirkirina Kurdan tê kirin. Bakur, Başûr û Rojava jî di xeteriyê de ne. Li dijî peymanên wekî Lozanê ku dikeve sed saliya xwe pêwîstî bi peymaneke hevpar a di nava Kurdan de heye. Bi vê peyman yekîtiyê wê peymanên qirkirinê ji holê rabibin. Hewldanên wiha jî wê xizmeta vê yekê bikin. Eger em van xebatan bimeşînin em bawer in ku nahêlin dîrok xwe dubare bike. Me ev biryardarî li gel birêz Bafil Talabanî jî dît û ev gelekî giring e.”