Ciwanên herêma Firatê: Me soza tolhildanê daye

Ji bo bibîranîna 6 şehîdên Ciwan; Nûjiyan, Viyan, Mirhef, Mesûd, Rojîn û Welîd ku di encama êrîşa bi balafireke bê mirov de li Kobanê şehîd bûn, meş hat lidarxistin.

Bi sedan ciwanên herêma Firatê, ji bo bibîranîna her 6 ciwanên di encama balafira bi çek û bê mirov de şehîd bûn, meş li dar xist. Meş li cihê bûyerê dest pê kir û heta bi Goristana Şehîd Dîcle dewam kir. Di meşê de soza tolhildanê hat dayîn.

Piştî rêzgirtinê Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî. Hebûn diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza azadiyê bin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk nikare me tune bike, ciwanek biçe wê bi sedan ciwan werin. Dewleta Tirk xwest armanckirina ciwanan vîna me bişikîne, lê em ciwan soza geşkirina tekoşînê û tolhildanê didin."

Her wiha ji bo bibîranîna şehîdên meha Kanûnê, li goristana Şehîd Dîcle find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Li goristanê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî û got ku şehîd ji bo azadiyê canê xwe feda dikin û wiha axivî: “Lewma em ê heta bi hetayê bidin rêya wan bişopînin. Dewleta Tirk nikare me tune bike, em ê heta bi hetayê rêya şehîdên xwe bişopînin. Dewleta Tirk li kû derê Kurd hebin dike armanc, li Parîsê jî êrîşê Kurdan kir. Lewma em ê her hebin û li ser pêyan bin."

Rêveberiya Komîteya Parastinê ya navçeya Qinê, Hîlal Elî axivî û wiha got: “Dewleta Tirk nikare me biqedîne, me soza hilanîna tolê û mîsogerkirina azadiyê, daye şehîdan.”