Bijîşkên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe re ne

Bijîşkên Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û destnîşan kirin ku ew bi her awayî amade ne alîkariyê bi gelê xwe re bikin.

Bijîşkên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ku 19'ê Mijdarê destpê kir û hewl dide binesaziya herêmê têk bibe, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê bijîşk Elî Şahîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker her zêde dibe û hate gotin, "Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk xwedî helwest be. Dewleta Tirk qanûn û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em weke bijîşkên Herêma Firatê amade ne ku bi her awayî alîkariyê bi gelê xwe re bikin."

Bijîşkên Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û got, "Em li vir ji bo gel û birîndarên xwe amade ne. Çawa ku bi saya gelê berxwedêr û QSD'ê terora DAÎŞ'ê hate tunekirin, wê dewleta Tirk jî were têkbirin."